Îranê li Tengava Hurmizê teqe li çar keştiyan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên fermî yên Îranê ragihand ku hêzên deryayî yên wî welatî li Tengava Hurmizê rûbirûyî çar keştiyan bûne, ku xwestiye bêyî hevahengî derbaz bibin û teqeya hişyariyê li wan kiriye. Ev rûdan hevdem e ligel daxuyaniya Artêşa Pasdaran ya li ser armanckirina bingeheke Amerîkayê û rawestana sîstema asmanî ya Kuweytê li dijî êrîşên bi mûşekan.
Desteya radyo û televizyona fermî yên Îranê, serê vê sibehê (Pêncşem, 28ê Gulana 2026ê) belav kir ku hêzên wan ên deryayî li Tengava Hurmizê rûbirûyî Çar keştiyan bûne, ku xwestiye bêyî hevahengî li gel hêzên ewlehiyê di Tengava Hurmizê re derbaz bibin nav Kendavê.
Li gorî wê raportê, aliyê Îranî amaje daye ku li destpêkê hişyariya pêdivî bi keştiyan hatiye dan, lê ji ber ku wan keştiyan hişyarî piştguh xistine, hêzên Îranî teqeya hişyariyê li wan kiriye. Ev pêngav jî bûye sedem ku keştî ji bizava xwe paşve bikişin û vegerin. Medyayên Îranê heta niha nasname û celebên wan keştiyan eşkere nekirine.
Armanckirina bingeha Amerîkayê û bersivdana Kuweytê
Artêşa Pasdaran a Îranê serê vê sibehê (Pêncşem, 28ê Gulana 2026ê) ragihand ku bingeheke serbazî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiriye armanc. Li gorî daxuyaniya fermî ya Artêşa Pasdaran, ku televizyona fermî ya Îranê belav kiriye, ev êrîş saet 04:50 yê serê vê sibehê de hatiye kirin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye diyar kirin: "Wek bersivdanek bo wê destdirêjiya ku artêşa dagirker a Amerîkayê vê sibehê biribû ser derdora Balafirxaneya Bendera Ebasê, hêzên me ew bingeha asmanî ya Amerîkayê kir armanc a ku çavkaniya wê êrîşê bûye."
Her çend e Artêşa Pasdaran cihê durist û hûrgiliyên wê bingeha Amerîkayê ya ku hatiye armancgirtin eşkere nekirine jî, lê hevdem desthilatdarên Kuweytê, ku hevalbendeke nêzîk a Amerîkayê ye li deverê ragihand ku serê vê sibehê (Pêncşem) rê li çend êrîşên bi mûşek û dronan girtiye.
Artêşa Kuweytê: Sîstema berevaniya asmanî rê li wan êrîşan girtiye
Her îro Pêncşemê, artêşa Kuweytê jî di daxuyaniyekê de belav kir ku sîstema berevaniya asmanî ya welatê wan rûbirûyî êrîşên bi mûşek û dronan bûye, lê heta niha çavkaniya van êrîşan bi fermî nehatiye diyarkirina û destnîşankirin.
Her di wê daxuyaniyê de, ku ajansa nûçeyan a fermî ya Kuweytê (KUNA) belav kiriye, hatiye gotin: "Ew dengên teqînan ên ku li deverên cîhêreng tên bihîstin, encama karkirin û pûçkirina armanc ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve ye."