Ano Cewher: Patiryarkê nû yê Kildanan Mesrûr Barzanî wek "mêrê kiryaran" diwesifîne

Ano Cewher
Ano Cewher

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Patiryarkê nû yê Dêra Kildanan li Îraq û cîhanê kir. Patiryarkê Kildanan jî di wê hevdîtinê de pesna rola Mesrûr Barzanî da û ragihand ku ew mêrê kiryaran e, ne tenê gotinn.

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragihand ku wan li Bexdayê seredana Patiryarkê nû yê Dêra Kildanan ya Katolîkî kiriye, ku ji aliyê wî ve bi dilxweşiyeke mezin hatine pêşwazîkirin.

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê herwesa ragihand ku Patiryarkê nû, yê pêştir li welatê Awistralyayê bû û vegeriyaye, ji aliyê Sînodosa Pîroz a Dêra Kildanan ve wek Serokê Dêra Kildanan li Îraq û cîhanê hatiye hilbijartin.

Ano Cewher got: "Me bi nûneratiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi navê hikûmetê, pîrozbahî li cenabê wî kir ku di pileya Patiryarkiyê de dest bi kar kiriye."

"Mesrûr Barzanî mêrê kiryaran e"

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê behsa wê yekê jî kir ku Patiryarkê Kildanan bi dilxweşiyeke mezin silavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî qebûl kirine û di gotinekê de li ser wî ragihandiye: "Mesrûr Barzanî mêrê kiryaran e, ne tenê mêrê gotinn e."

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî, Ano Cewher eşkere kir ku biryar e Patiryarkê nû yê Kildanan di paşerojeke nêzîk de seredaneke fermî bo Herêma Kurdistanê bike û serî li dêr, bawermend û aliyên peywendîdar bide.