Iraqê êrîşên bi mûşek û dronan ên li ser Kuweytê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê êrîşên bi mûşek û dronan ên li ser axa Kuweytê şermezar kirin. Ev helwesta Bexdayê piştî wê yekê hat ku Kuweytê ragihand ku rûbirûyî êrîşeke Îranî bûye û ev jî wekî binpêkirina serweriya welatê xwe wesif kir.

Wezareta Derve ya Iraqê îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Bexda êrîşkirina li ser Kuweytê şermezar dike û tekez dike ku tevahiya wan karan red dike yên ku li ser ewlehî û seqamgiriya welatên deverê dibin gef."

Wezareta Iraqê tekez li ser giringiya xweragirtin û dûrketina ji berfirehbûna aloziyan kir, bi armanca kêmkirina aloziyan û bihêzkirina ewlehiya herêmî. Herwesa daxwaz kir ku bo çareserkirina qeyranan pena bo danûstandin û rêyên dîplomatîk bê birin.

Herçend e Wezareta Derve ya Iraqê bi eşkereyî navê Îranê neaniye, lê ev helwest piştî wê yekê hat ku Wezareta Derve ya Kuweytê ew êrîş şermezar kir û wekî "destdirêjiyên Îranê" li ser axa xwe binav kir, ku tê de mûşek û dron hatine bikaranîn û wekî gefeke rasterast li ser xelkê sivîl û dezgehên hestiyar hat hejmartin.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa Kuweytê duhî (Pêncşem, 28ê Gulana 2026ê) ragihandibû ku berevaniyên wan ên asmanî kariye rêyê li çend êrîşên bi mûşek û dronan bigire.

Kuweyt û aloziya nû ya di navbera Waşinton û Tehranê de

Li gorî zanyaran, ev êrîşa Îranê li ser bingeheke Amerîkayî li Kuweytê bûye, wekî bersivekê bo êrîşên Amerîkayê yên ku berê çend pêgeh li başûrê Îranê kiribûn armanc.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pênc dronên Îranî li nêzîkî Tengava Hurmizê pûç kirine û rê li hildana droneke din girtiye, berî ku Îran mûşekeke balîstîk ber bi Kuweytê ve biaveje, ku Waşintonê ev wekî binpêkirina agirbestê diyar kir.

Ev rewş di demekê de ye ku medyayên Îranê belav kiribûn ku çend belemên Îranî li başûrê girava "Lark"ê li Tengava Hurmizê hatine armanckirin û ji ber wê yekê çend kes hatine kuştin.