Bereyê Miqawemeyê li Iraqê danîna çekan red kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Bereyê Miqawemeya Îslamî li Iraqê bi rengekî fermî ragihand ku hindî pêvajoya dagirkirina Iraqê berdewam be, ew bi tu rengekî çekên xwe dananin û nadin destê hikûmetê.
Berdevkê Koma "Seraya Ewliya Dem"ê, ku wekî nûnera Bereyê Miqawemeya Îslamî li Iraqê hatiye naskirin, Ebû Mehdî Caferî di daxuyaniyekê de tekez kir ku mijara danîna çekan niha ne mijara behskirinê ye. Caferî herwesa ragihand: "Axaftin li ser danîna çekan û radestkirina wan nayê kirin heta ku zilm û dagirkirin li ser Iraqê bi dawî neyê."
Berdevkê "Seraya Ewliya Dem"ê rexne li wan aliyan girtin ên ku daxwaza danîna çekan ji wan dikin û eşkere kir ku "Di dema şeran de bi navê qehremanan navê Bereyê Miqawemeyê tînin, lê di dema aştiyê de navê wan kesan ji bîr dikin ên ku Iraq ji xeteriyan parastiye."
Duberebûna navenda siyasî ya Iraqê li ser çekên koman
Ev helwest di demekê de ye ku di navenda siyasî ya Iraqê de nîqaşeke germ li ser pirsa çekên komên çekdar û sînordarkirina çekan di destê dewletê de heye. Di demekê de ku koma "Seraya Selam"ê ya girêdayî Tevgera Sedirê amadebûna xwe nîşan daye ku biçe bin sîwana fermandariya giştî ya hêzên çekdar, lê çend komên din ên mîna "Nuceba" û "Seyidulşuheda" wekî "Seraya Ewliya Dem"ê tundtirîn helwest li beramberî radestkirina çekên xwe wergirtine.