Hegseth: Heke rêkeftin çênebe, em amade ne dest bi êrîşên li ser Îranê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand, welatê wî amade ye êrîşên li ser Îranê nû bike, heke Tehran neyê ser xeta rêkeftineke nû.
Wezîrê Ceng ê Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth, îro 30î Gulanê di çarçoveya "Korbenda Diyaloga Shangri-La" de li Singapurê ragihand, şiyana Amerîkayê ya ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî heye û got: "Heke pêwîst bike, hêza me ya ji bo destpêkirina êrîşan heye. Depoyên me yên leşkerî, çi li herêmê çi jî li cîhanê, di asteke pir baş de ne û ji hewcedariyê zêdetir in."
Hegseth di gotara xwe de bal kişand ser wê yekê ku tevî rageşiya bi Îranê re, Amerîka pişta xwe nade herêma Asya û Okyanûsa Pasîfîkê. Hegseth got: "Em dikarin di heman demê de du karên giran bikin. Em bingeha pîşesaziya xwe ya parastinê bi hêztir dikin. Di demeke nêz de hilberîna me ya cebilxaneyê dê bibe du, sê û heta çar qat."
Derbarê helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Hegseth diyar kir ku Trump bi aramî tevdigere û armanca wî ew e ku "rêkeftineke mezin" were îmzekirin. Li gorî Hegseth, ev rêkeftin dê mîsoger bike ku Îran ti carî nebe xwediyê çeka atomî.
Şerê rasterast ê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de di 28ê Sibata borî de dest pê kiribû. Di encama vî şerî de li Îranê bi hezaran kes hatin kuştin. Herwiha ji ber girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve, li seranserê cîhanê bihabûna enerjiyê û krîzeke giran a aborî derketibû holê.