Şêxan: Tabloya bêhempa ya pêkvejiyan û biratiya olan

Navenda Nûçeyan (K24) – Qezaya Şêxanê ku wekî navenda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê tê naskirin, di rojên cejnê de dibe qada hembêzkirina Misilman, Êzidî û Krîstiyanan. Li vê derê cejn ne tenê ya olekê ye, lê cejna hemû pêkhateyan e.

Li qezaya Şêxanê, her sal bi hatina cejnên olî re, dîmenên pir ciwan û watedar ên biratiyê derdikevin pêş. Tevî cudahiyên olî, xelkê herêmê wekî malbateke mezin cejnên hev pîroz dikin û serdana malên hev dikin.

Kesasayetiya naskirî ya Êzidiyan li Şêxanê Pîr Mazin di derbarê vê çanda qedîm de dibêje: "Li vir biratî û dostanî di asteke pir bilind de ye. Em hemû cejnên hev pîroz dikin. Cejnên birayên me yên Misilman, Êzidî û olên din li Şêxanê bi hev re têne pîrozkirin. Ev yek nîşaneya kûrahiya têkiliyên me yên mirovî ye."

Kesasayetiya Misilman a herêmê Seîd Sêderî behsa mîrateya bav û kalên xwe dike û çîrokeke balkêş vedibêje: "Têkiliyên me û birayên me yên Êzidî pir kûr in. Bavê minê rehmetî her tim ji hevalekî xwe yê Êzidî re digot: 'Şeş kurên min hene, tu jî kurê min ê heftemîn î.' Me ti carî ferq nexist navbera hev û em îro jî vê mîrateyê diparêzin. Em di cejnê de mal bi mal digerin û vê şahiyê bi hev re parve dikin."

Welatiyên herêmê jî bi heman ruhî tevdigerin. Mistefa Salih û Nezir Şêxanî, ku di nav taxên Şêxanê de serdana cîranên xwe dikin, diyar dikin ku ew ji sibehê ve dest bi serdanan dikin. Ne tenê li navenda Şêxanê, lê ew diçin gund û navçeyên derdorê jî da ku cejna xizm û dostên xwe yên ji olên cuda pîroz bikin.

Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên Şêxanê ew e ku li her taxê mizgeft, mazar û dêr li kêleka hev in. Ev sembolên olî wekî nasnameya bajêr têne dîtin. Tevî pêşketina serdemê, xelkê Şêxanê dev ji dab û nerîtên xwe yên resen bernedane û cejnê wekî derfetekê ji bo xurtkirina peywendiyên civakî bi kar tînin.

Ev tabloya li Şêxanê nîşan dide ku Kurdistan her tim wekî hêlîna aramî û rêzgirtina li hemberî baweriyên cuda dimîne.