Parlamenter Omar Xerîbo: Em hewl didin mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de misoger bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Kurd di Meclisa Gel a Sûriyeyê de Omar Xerîbo ragihand, piştî guhertinên siyasî yên dawî li Sûriyeyê, derfeteke dîrokî ji bo Kurdan çêbûye ku beşdarî jiyana siyasî bibin û mafên xwe yên çandî û qanûnî bi dest bixin.

Parlamenterê herêma Sefîre û Dêr Hafirê yê Helebê Omar Xerîbo di hevpeyvînekê bi Kurdistan24ê re behsa rewşa nû ya Sûriyeyê, nûnertiya Kurdan di parlamentoyê de û planên wan ên ji bo pêşerojê kir. Xerîbo destnîşan kir, tevî ku hîna bi fermî li parlamentoyê sûnd nexwarine, lê wekî nûnerên Kurd, wan dest bi xebatên xwe yên civakî û xizmetguzariyê kirine.

Nûnertiya Kurdan û Rewşa Parlamentoyê

Xerîbo di derbarê pêvajoya hilbijartinan de diyar kir, derî ji bo her kesî vekirî bû û pêvajoyeke azad hat meşandin. Herwiha destnîşan kir, piştî hilbijartinên 5ê Cotmeha 2025an, her çend hîna rûniştina yekem a parlamentoyê pêk nehatibe jî, parlamenterên Kurd di navbera xwe de dest bi hevahengiyê kirine. Xerîbo got: "Em wekî parlamenterên Kurd serdana hev dikin û li ser avakirina blokekê yan jî mekanîzmayeke hevkar daxivin, da ku em karibin daxwazên gelê xwe bi dengekî bilind bigihînin meclisê."

'Divê neheqiya dîrokî li herêmên Kurdî bidawî bibe'

Yek ji mijarên herî girîng ên hevpeyvînê, rewşa xizmetguzarî û avedankirinê bû. Xerîbo bal kişand ser wê yekê ku herêmên Kurdnişîn di dema "rêjîma berê" de rastî piştguhkirin û neheqiyeke mezin hatine. Wî wekî mînak herêma Efrînê nîşan da û got: "Efrîn herêmeke kesk û dewlemend e, lê di dema borî de ji aliyê aborî û xizmetguzariyê ve hatibû paşguhxistin. Plana me ew e ku em di komîteyên parlamentoyê de zextê bikin, da ku budceyek dadmend ji bo van herêman were veqetandin."

Xerîbo herwiha destnîşan kir, ew ji nêz ve rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dişopînin û ji bo gehandina alîkarî û projeyên veberhênanê yên bo van taxan, bi rayedarên hikûmetê re di peywendiyê de ne.

Mafên Destûrî û Peyama 'Sûriyeya Nû'

Derbarê pêşeroja siyasî ya Kurdan de, Omar Xerîbo geşbîniya xwe anî ziman û bal kişand ser guhertinên piştî 8ê Kanûna 2024an û bi taybetî "Biryarnameya Hejmar 13" ku wekî gaveke dîrokî binav kir. Xerîbo got: "Kurd li Sûriyeyê îro li benda pêşerojeke geştir in. Armanca me ya herî sereke ew e ku ev biryarnameyên serokatiyê yên derbarê mafên Kurdan de, di destûra nû ya welat de bên mîsogerkirin û bibin qanûnên mayînde."

Xerîbo wekî nîşaneya guhertina siyaseta hikûmetê, amaje bi pîrozbahiyên Newroza îsal a li Helebê kir ku Parêzgarê Helebê bi xwe serpereştiya pîrozbahiyan kiriye û piştgirî daye ku bêyî pirsgirêkên ewlehiyê Kurd cejna xwe pîroz bikin.

Banga ji bo Kurdên Sûriyeyê

Di dawiya hevpeyvîna xwe de, Xerîbo peyamek arasteyî civaka Kurdî kir û bang li wan kir ku bi awayekî çalak beşdarî jiyana siyasî û civakî bibin. Herwiha got: "Rê li ber we vekirî ye. Ev derfeteke dîrokî ye ku hûn nasname û mafên xwe yên çandî û siyasî biparêzin. Ji bo siberoja zarokên xwe, divê em hemû bi hev re Sûriyeyeke nû ava bikin."