Masterplana nû ya Hewlêrê: Trên, cadeya 200 metreyî û kembera kesk

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nexşedanana Avadaniyê ya Hewlêrê detayên masterplana nû ya paytextê heta sala 2050an aşkere kirin. Di plana nû de projeyên wekî trêna dora bajêr, nexşeya cadeya 200 metreyî û parkeke ku sê qatan ji Parka Samî Ebdulrehman mezintir e, cih digirin.

Rêveberê Nexşedanana Avadaniyê ya Hewlêrê Şukriye Ebbas, di hevpeyvîneke taybet ligel Kurdistan24ê de ragihand, masterplana nû ya Hewlêrê bi hevkariya tîma "JICA" ya Japonî heta sala 2050an hatiye amadekirin. Ebbas destnîşan kir, ev plan li ser bingeheke zanistî hatiye avakirin û nexşeya bikaranîna zeviyan bi temamî hatiye birêkûpêk kirin.

Li gorî agahiyên ku Şukriye Ebbas dane, du cadeyên nû yên bazneyî li paytextê tên zêdekirin ku ew jî cadeyên 150 metreyî û 200 metreyî ne. Di nava van cadeyan de, ji bilî rêyên wesayîtan, rêyên taybet ji bo bisiklêtan û peyayan hatine veqetandin. Herwiha ji bo parastina resenatiya gundên derdora Hewlêrê, di nexşeyê de rêyên taybet ên ji bo hespan jî hatine diyarkirin.

Xaleke din a masterplanê, bicihkirina hêleke giştî ya trênê ye. Ebbas diyar kir ku ev hêla trênê dê li dora Hewlêrê bigere û barê trafîkê kêm bike. Di heman demê de, ji bo sîmaya bajêr, biryar hatiye girtin ku her tax xwedî şêwaz û rengên yekgirtî û hevaheng be.

Şukriye Ebbas aşkere kir, ji bo zêdekirina rûberê keskatiyê, parkeke nû hatiye dîzaynkirin ku rûberê wê bi sê qatî Parka Samî Ebdulrehman e. Herwiha projeya "Kembera Kesk" ku firehiya wê 2 kîlometre ye û li dora bajêr dizivire, di masterplanê de cih girtiye, da ku pêşiya qirêjiya hewayê were girtin.

Rêveberê Nexşedananê destnîşan kir, geşepêdana bajêr dê bêtir ber bi aliyê Dihok û Pirmamê ve be. Li gorî biryarên nû yên hikûmetê, di nexşeyên nû de ji bo pirsgirêka parkkirina wesayîtan çareseriyên bingehîn hatine dîtin. Herwiha êdî destûr nayê dayîn ku li ser rûberên ji 200 metreyî kêmtir xanî werin ava kirin, da ku sîstema avasaziyê ya bajêr standard û rêkûpêk be.