Şervanê HSDê Siyamend Teter azad bû û gihîşt nava malbata xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Siyamend Teter, ku di girtîgehên hikûmeta Sûriyeyê de dîlgirtî bû, hat azadkirin. Vegera Siyamend û pîrozbahiya Cejna Qurbanê, li mala wî ya li Amûdê bû sedema şahiyeke mezin û malbatê ev wekî "du cejn" bi nav kir.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, îsal Cejna Qurbanê bi mizgîniyeke taybet dest pê kir. Siyamend Teter, piştî ku nêzîkî 6 mehan di girtîgehên hikûmeta Sûriyeyê de mabû, di rojên cejnê de azad bû û vegeriya nava malbat û hevalên xwe.

Şervanê HSDê Siyamend Teter di derbarê hestên xwe yên piştî azadiyê de diyar kir ku ew pir bi kelecan e. Siyamend got: "Ez pir kêfxweş im ku careke din malbat, dost û hevalên xwe dibînim. Di girtîgehê de bêrîkirineke mezin hebû, lê dîtina vê qelebalixê û hezkirina xelkê Amûdê, hemû westandina min bir û barê min sivik kir."

Dayika Siyamend, Mesûsa Teter jî ku nikaribû kêfxweşiya xwe veşêre, ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Cejna me îsal bûye du cejn. Cejna me ya yekem vegera kurê min a bi silametî ye, ya duyem jî Cejna Qurbanê ye. Em pir kêfxweş in ku Siyamend niha di nav me de ye. Xwedê hemû girtiyan azad bike û her kesî bigihîne malbatên wan."

Mesûsa Teter herwiha anî ziman ku wan cejna borî (Cejna Remezanê) bi xemgînî derbas kiribû, lê azadkirina kurê wê di vê cejnê de hemû azarên wan daxistiye.

Di qonaxeke nû ya rêkeftina navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, roja 26ê Gulanê 88 girtiyên HSD hatin azadkirin. Tevî şahî û coşa malbatên kesên hatine berdan, malbatên girtiyên ku hîn di zindanan de ne, bi hêsir û hêrs daxwaza azadkirina zarokên xwe dikin.