Kiliçdaroglu vegeriya navenda giştî ya CHPê û dest bi kar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, piştî biryara dadgehê ya betalkirina rêveberiya Ozgur Ozel, îro bi fermî vegeriya navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê û dest bi karê xwe kir.
Kemal Kiliçdaroglu, piştî ku dadgehê biryara hilweşandina rêveberiya CHPê ya bi serokatiya Ozgur Ozel da, îro wekî serokê giştî yê partiyê çû ser karê xwe. Tê payîn ku Kiliçdaroglu bi fersenda Cejna Qurbanê, li navenda giştî ya partiyê pêşvaziya endam û alîgirên CHPê bike.
Li gorî agahiyên ji Enqereyê hatine, li derdora avahiya navenda giştî ya CHPê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine girtin. Herwiha tê bende ne ku Kiliçdaroglu di demjimêrên pêş de ji bo raya giştî û alîgirên partiyê gotarekê pêşkêş bike.
Dadgeha Têhilçûnê ya Enqereyê roja 21ê Gulana 2026ê biryarek derxist û tê de Kongreya 38ê ya CHPê hilweşand. Li gorî vê biryarê, Ozgur Ozel ji posta serokatiyê tê dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din serokatiya wê partiyê werdigire.
Krîza serokatiyê berdewam dike: Ozgur Ozel ê ku ji aliyê dadgehê ve ji serokatiyê hatiye dûrxistin vê biryarê qebûl nake û ragihand, ew hîna jî xwe wekî serokê rewa yê partiyê dibîne. Ozel diyar kir, ew ê roja sêşemê ya vê hefteyê bi endamên Komîteya Navendî ya CHPê re bicive. Tê payîn ku di vê civînê de Ozel û tîmê wî helwesta xwe ya dawî li hemberî biryara dadgehê aşkere bikin.