Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê dest bi operasyoneke berfireh kir
Hêzên Îsraîlê ji Çemê Lîtaniyê derbaz bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê destpêkirina operasyoneke serbazî ya berfireh li bilindahiyên "Şeqîfê û devera Wadî Siloqî" li başûrê Libnanê ragihand, bi armanca jinavbirina jêrxaneya serbazî ya Hizbulahê û berfirehkirina xeta berevaniyê ya pêşwext.
Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee îro (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) ragihand ku Fermandariya Bakur dest bi vê operasyonê kiriye. Armanca serekî ya operasyonê têkbirina jêrxaneya serbazî ya Hizbulahê, bihêzkirina kontrola operasyonê li başûr, û dûrxistina gefên rasterast li ser devera "hêla sînorî ya rojhilatê Filstînê û bajarkê Miteleyê" ye.
Adraee amaje bi wê yekê jî kir ku ew operasyon hatiye destpêkirin û hêzên bejayî, di nav de “Lîwaya Golany, Lîwaya 7, Lîwaya Cefatî, Lîwaya Agir û Yekîneya Pirrehend” di bin fermandariya Fîrqeya 36ê de û bi rênimayiyên hewalgiriya serbazî, mijûlî birina êrîşan in bo berfirehkirina hêla berevaniyê ya pêş.
Pejirandina operasyonê û bombebarana dijwar a li ser Nebetiyeyê
Navborî herwesa ron jî kir ku Serdarê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir razîbûn li ser vê operasyonê diyar kiriye û amadekariyên şerker bi awayekî rêkxistî hatine kirin. ev operasyon balê dikişîne ser sepandina kontrolê li ser bilindahiyên Şeqîfê û Wadî Siloqî û weşandina derbên kûr li Hizbulahê û têkdana wan jêrxaneyên ku bi rênimayîyên Îranê hatine avakirin.
Berdevkê Artêşa Israîlê eşkere kir ku hêzên wan ji Çemê Lîtaniyê derbaz bûne û êrîşên xwe bo bakurê wî çemî berfireh kirine, hevdem operasyon bo deverên din jî pêşve diçin. Wî tekez jî kir ku berî derbazbûna nav axê ya wan hêzan, balafirên şer û topxaneyan bombebaraneke dijwar kiriye. Niha artêş li derdora Nebetiyeyê dixebite, ku yek ji navendên serekî yên hêza Hizbulahê ye.
Helwesta Libnanê û binkeftina danûstandinên Waşintonê
Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam duhî (Şemî, 30ê Gulana 2026ê) ragihand ku welatê wî rûbirûyî pêşveçûneke xeter bûye û Îsraîl bi peyrewkirina siyaseta "erdê şewitandî" tohmetbar kir.
Ji aliyekî din ve jî, serçaviyên Îsraîlî eşkere kiriye ku ew danûstandinên ewlehiyê yên rasterast, ku li Waşintonê di navbera şandên serbazî yên Libnan û Îsraîlê de bi rê ve çûn, tu pêşveçûnek bi dest nexistiye.