Amedî di rojên cejnê de pêşwazî li pêleke mezin a geştiyaran dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Qezaya Amedî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, di rojên Cejna Qurbanê de bûye navenda bala geştiyarên ji herêmên cuda yên Iraqê û Herêma Kurdistanê. Li gorî amaran, rojane zêdetirî 8 hezar geştiyar serdana cihên geştiyarî yên vê herêmê dikin.
Bi xwezaya xwe ya hênik û dîmenên xwe yên balkêş, herêma Amedî îsal di werzê cejnê de qelebalixiyeke mezin a geştiyaran bi xwe ve dibîne. Li sînorê qezaya Amedî, 251 havîngeh û cihên geştiyarî hene ku bi zêdetirî 60 otêl, motel û xwaringehan xizmetê pêşkêş dikin.
Geştiyarên ku ji bajarên wekî Besra û Bexdayê hatine, kêfxweşiya xwe bi xwezaya Kurdistanê tînin ziman. Amir Ebduletîf, geştiyarekî ji Besrayê ye, dibêje: "Min texmîn nedikir ku ez ê li Dihok û Amedî xwezayeke wiha ciwan û xizmetguzariyeke wiha rêkûpêk bibînim. Mirovên li vir pir dilovan û alîkar in."
Herwiha Yasir Salih, ku ji Bexdayê hatiye, balê dikişîne ser paqijî û sîstema havîngehan û diyar dike ku herêma Amedî ji bo bêhnvedana malbatan cihekî pir guncan e.
Zêdebûna hejmara geştiyaran bandoreke rasterast li ser bazara herêmê kiriye. Feriq Mihemed ku xwediyê yek ji cihên geştiyarî ye di derbarê vê yekê de dibêje: "Berî cejnê karê me kêm bû, lê di rojên cejnê de hejmara komên geştiyar pir zêde bûye. Ev yek ji bo me û ji bo ciwanên herêmê yên ku li vir dixebitin derfeteke mezin a kar e."
Ji bo ku geştiyar di nava aramiyê de demên xwe derbas bikin, Rêveberiya Geştûguzarê ya Amedî hemû amadekariyên pêwîst kirine. Tîmên peywendîdar li havîngeh û cihên giştî di xizmetê de ne, da ku ti pirsgirêk rû nedin û geştiyar bi dilekî xweş vegerin malên xwe.
Tê pêşbînîkirin ku ev pêla geştiyariyê heta dawiya betlaneya cejnê berdewam bike û bibe sedema geşbûneke berbiçav di sektora geştiyariyê ya parêzgeha Dihokê de.