Trump bo Îranê: An lihevkirin an bijardeya serbazî

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê ragihand ku welatê wî pêngavên mezin avêtine, bo îmzekirina lihevkirineke baş ligel Tehranê, herwisa tekez kir ku eger lihevkirin li gorî dilê wan nebe, bijardeya serbazî hêşta li ser maseyê ye û ew dê vegerin ser Wezareta Şer.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News"ê ya Amerîkayî îro (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) aşkere kir ku hevrikî û danûstandinên bi rêya navbeynkaran berdewam in. Trump got: "Em nêzîkî bidestxistina lihevkirineke baş in, lê eger ev lihevkirin bi dilê me nebe, em dê careke din penayê bibin ber bijardeya serbazî û Wezareta Şer.”

Serokê Amerîkayê behsa wê yekî jî kir ku ew hêşta dîplomasiyê wekî bijardeya çêtir û xwestî dibîne, ji ber ku gihîştina bi lihevkirinê dê bibe sedema vekirina yekser a Tengava Hurmizê bo keştîvaniya navdewletî.

Şertên nû yên Trump bo vekişandina hêzên Amerîkayê

Trump şertên nû yên welatê xwe bo vekişandina hêzên serbazî ji deverê aşkere kirin û ragihand: "Em tenê wê demê hêzên xwe vedikşînin, gava ku Tengava Hurmizê bê vekirin û dosyaya atomî ya Îranê bi temamî bê çareserkirin. Divê Tengava Hurmizê bêyî wergirtina tu bac û rusomatekê bê vekirin."

Li ser xeteriyên Tehranê jî, Trump tekez kir ku divê bi rengekî herdemî rê li Îranê bê girtin ku nebe xwediya çekên atomî. Wî amaje bi stratêjiya welatê xwe kir û got: "Tiştê ku em dixwazin, em dê bi awayekî hêdî û binecih ji Îraniyan werbigirin, lê eger kar bi vî rengî bi rê ve neçin, hingê em dê bi awayekî bi temamî cuda û tund vê hevrikiyê bi dawî bînin."

"Îran xwedan artêş nîne, tenê medyaya propagandayî heye"

Donald Trump diyar kir ku rûbirûbûna niha wekî "serkeftineke temam bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" tê dîtin. Wî bal kişand ser wê yekê jî ku ew rûdanên ku ji dema şerê dawiya meha Sibata borî (2026) ve rû dane, dikarin wekî guhartina di deshilata Îranê de bên wesifkirin.

Nacvborî herwesa got: "Me gelek caran serkirdayetiya Îranê kir armanc, ewên ku ji serkirdeyên wan mane jî niha aqilanetir reftarê dikin." Herwisa tekez jî kir ku Îran di rewşeke pir xirab de ye û ragihand: "Ew xwedan artêş nînin, tenê tiştê ku wan heye medyaya wan a propagandayî ye."

Li ser danûstandinan jî, Trump îtîraf kir ku "ev kar demê dixwaze, ji ber ku Îranî danûstandinkarên şareza ne", lê tekez kir ku ew bilez nîne. Wî eşkere jî kir ku Tehranê pêşwext razîbûna xwe li ser pêşnexistin û nekirina çekên atomî diyar kiriye.

New York Times: Trump şertên lihevkirinê tundtir kirine

Li gorî raporteke rojnameya "The New York Times"ê, ku ji zarê berpirsên haydar ên Amerîkayî ve hatiye veguhestin, Trump şertên lihevkirinê li ser Tehranê tundtir kirine û guhartin bo Tehranê şandine.

Çavkaniyên haydar amaje bi wê yekî dikin ku arêşeyên serekî, wekî bernameya atomî ya Îranê, bo gerên bê yên danûstandinan hatine paşxistin. Herwisa lihevkirina pêşniyarkirî li ser bingeha "bidawîanîna şer li beranberî rakirina dorpêça Îranê ya li ser Tengava Hurmizê" hatiye darêtin.