Îranê dem û şert bo azadkirina pereyê astengkirî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Radyo û Televizyona Fermî ya Îranê ragihand ku li gorî reşnivîsa yadaştnameya hevfêmkirinê ya di navbera Waşinton û Tehranê de, divê di nava 60 rojan de 12 milyar dolar ji darayiyên astengdkirî yên Îranê bên azadkirin, herçend e Koçka Spî hebûna lihevkirineke bi vî rengî red dike.

Li gorî rûdanên dawiyê yên girêdayî danûstandinên rawestandina şer li Rojhilata Navîn, pirsa darayiyên astengdkirî yên Îranê li derve ku ji ber cezayên Amerîkayê hatine sînordarkirin, bûye yek ji xalên serekî yên danûstandinên heyî.

Desteya Radyo û Televizyona Fermî ya Îranê aşkere kir ku li gorî kopiyeke nefermî ya tekista ku niha danûstandin li ser tê kirin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabend dibe bi "dayîna mafê wergirtina temam a Îranê bi 12 milyar dolaran ji darayiyên wê di nava 60 rojan de, daku bê hêsankirin ku ev pere bê veguhastin û di bankên wî welatî an wan welatên ku Îran dixwaze de bên xerckirina, bêyî tu sînordarkirinekê."

Ev di demekê de ye ku Koçka Spî li roja çarşemê raporteke berê ya vê desteyê red kiribû, ku tê de amaje bi hebûna reşnivîsa lihevkirineke çarçoveyî ligel Amerîkayê hatibû kirin ku pabendbûna Waşintonê bi rakirina dorpêça deryayî vedigirt. Hevdem ligel vê dijberiyê, Donald Trump Serokê Amerîkayê roja înê ragihandibû ku "tu lihevguhertineke dravî nabe, heta demeke nexuya."

Bizavên Tehranê bo azadkirina 24 milyar dolaran

Ji aliyekî din ve jî, Ajansa Nûçeyan a "ISNA"yê ya Îranî li roja Pêncşemê diyar kir ku Tehran bizavê bo misogerkirina azadkirina 24 milyar dolaran dike, "bi şertekî ku nîvê wê rasterast piştî ragihandina yadaştnameya hevfêmkirinê bê dabînkirin." Li gorî raportên medyayî yên Îranî, darayiyên astengdkirî yên Îranê li derve di navbera 100 heta 123 milyar dolaran de ne.

Herwisa ajansa "Tasnim"ê ya Îranî jî li ser zarê çavkaniyeke haydar di vê hefteyê de veguhastiye ku Tehran daxwaza çêkirina mîkanîzmeke ron û eşkere dike, bo garantîkirina azadkirina pişkên din ên dravê xwe yê astengkirî.

Tengava Hurmizê û protokola ewlehiyê ya Îranê

Li ser Tengava Hurmizê, ku Îranê bi kiryarkî ji wê demê ve daxistiye ku şer di 28ê Sibata borî de hatiye destpêkirin; li gorî Desteya Radyo û Televizyona Îranê, protokola di navbera her du aliyan de dibêje: "Îran bo diyarkirina xwezaya wan keştiyên ku di geliyê re derbaz dibin yekane deshilat e. Her keştiyek ku barê wê wekî gef bê dîtin an dijmina Îranê be, êdî rê pê nayê dan ku rêçikên diyarkirî bi kar bîne."