Mezlûm Ebdî li Kobanê: Dosyaya dîlgirtiyan ji bo me armanca pêşîn e
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li bajarê Kobanê bi şervanên azadkirî û malbatên dîlgirtiyan re civiya û ragihand, ew ji bo azadkirina hemû girtiyan di nav hewildanên berdewam de ne.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro 31ê Gulanê li bajarê Kobanê hevdîtineke berfireh ligel şervanên ku nû ji girtîgehên hikûmetê hatine berdan, malbatên dîlgirtiyan û malbatên şehîdan pêk anî. Di civînê de, rewşa girtiyan û pêvajoya vegerandina wan hat gotûbêjkirin.
Malbatên dîlgirtiyan di hevdîtinê de daxwaz kirin ku çarenivîsa zarokên wan ên winda demildest were aşkerekirin û gavên bilez ji bo vegerandina wan werin avêtin. Malbatan rexne li nêzîkatiya hikûmetê ya di derbarê derengxistina serbestberdana dîlan de girtin û daxwaza zextên zêdetir kirin.
Mezlûm Ebdî di bersiva malbatan de tekez kir, dosyaya dîlgirtiyan ji bo HSDê mijara herî sereke û stratejîk e. Ebdî got: "Hêzên me bi domdarî û bi hesasiyeteke mezin vê dosyayê dişopînin. Em hewl didin ku di zûtirîn dem de encamên şênber bi dest bixin û hemû dîlgirtî bigihîjin malbatên xwe. Xebatên me yên ji bo azadkirina tevahiya girtiyan di demeke nêz de dê dewam bikin."
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê de, beriya Cejna Qurbanê pêncemîn qonaxa berdana girtiyan hat pêkanîn. Di vê qonaxê de, 88 girtiyên HSDê yên di destê hikûmetê de bûn, serbest hatin berdan.
Tevî ku hejmarek girtî hatine berdan, lê li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên welatiyan berdewam dikin. Welatî daxwaz dikin ku agahiyên zelal derbarê kesên hîna winda ne de werin dayîn û hemû girtî vegerin malên xwe.