'Heyva Şîn a Biçûk' li asmanê Şamê xuya dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Asmanê Şama paytexta Sûriyeyê, îşev dibe şahidê diyardeyeke balkêş a stêrnasiyê ku wekî "Heyva Şîn a Biçûk" (Small Blue Moon) tê naskirin. Di vê şevê de, du bûyerên cuda yên gerdûnî digihîjin hev û di heman demê de çar gerstêrkên geş jî dê bi çavên asayî werin dîtin.
Komeleya Stêrnasiyê ya Sûriyeyê ragihand, îşev 31ê Gulanê bûyereke taybet di asmanê herêmê de rû dide. Endamê komeleyê Nebîl Bêş diyar kir, giringiya vê şevê ew e ku ji bo cara yekem di sala 2026an de, "Heyva Şîn" û "Heyva Biçûk" (Micromoon) di heman şevê de pêk tên.
"Heyva Şîn" û "Heyva Biçûk" çi ne?
Nebîl Bêş rave kir ku peyva "Heyva Şîn" nayê wê wateyê ku rengê heyvê dibe şîn; ev tenê têrmeke stêrnasiyê ye û dema ku di nava mehekê de du caran "heyva tije" (full moon) derdikeve, ji ya duyem re tê gotin Heyva Şîn.
Li gorî ravekirina Nebîl Bêş, her çend navê wê "Heyva Şîn" be jî, heyv bi rastî nabe şîn. Dema ku di nava mehekê de du caran "heyva çardehşevî" derdikeve, ji ya duyem re "Heyva Şîn" tê gotin.
Çar gerstêrkên geş li asman in
Ji bilî heyvê, îşev çar gerstêrkên komela rojê jî dê bibe mêvanê asmanê Şamê. Li gorî zanyariyan:
- Gelewêj (Venûs) û Berçîş (Jupîter): Piştî rojavabûnê li asmanê rojava dê werin dîtin.
- Behrem (Mars) û Keywan (Saturn): Berbanga sibehê, berî derketina rojê dê bi çavên asayî werin dîtin.
Komeleya Stêrnasiyê da zanîn, ji bo dîtina vê diyardeya bedew pêdivî bi teleskopê nîne; tenê asmanekî paqij û bêewr bes e ku welatî bi çavên asayî temaşe bikin.
Nebîl Bêş herwiha aşkere kir ku nîveya duyem a sala 2026an dê bi bûyerên stêrnasiyê tije be. Di mehên Tebax û Berçileyê de dê "barana mîtan" (meteor showers) rû bide û di mehên dawî yên salê de jî gerstêrkên Berçîş û Gelewêj dê di rewşeke pir baştir de werin şopandin.