Zaxo: Zêdetirî 1300 nexweşan di rojên cejnê de seredana nexweşxaneyan kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Saxlemiyê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê amara seredanker, pişkinînan û bûna zarokan di rojên bêhnvedana cejnê de aşkere kir û ragihand ku sê kesan jî canê xwe ji dest daye.
Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Saxlemiyê ya Zaxoyê Îdareya Serbixwe ya Emîr Elî îro (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di nava rojên bêhnvedana cejna Qurbanê de, 1350 nexweşan seredana dezgehên saxlemiyê li sînorê wê deverê kiriye.
Navborî aşkere jî kir ku ji wê hejmarê, 8 bûyerên cuda cuda yên trafîkê rû dane, herwisa 58 nexweş jî ji ber giranî an hewcedariya pizîşkî di nexweşxaneyan de hatine razandin.
Zêdetirî 2500 pişkinînan hatine kirin
Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Zaxoyê herwisa bal kişand ser kar û çalakiyên tîmên pizîşkî di warê pişkinîn û venasîna nexweşiyan de û ev amar belav kirin:
- Pişkinîn: 2543 pişkinîn hatine kirin.
- Tîşk (X-Ray): 1128 tîşk hatine girtin.
- Sonar: 91 sonar hatine girtin.
- CT Scan: 110 CT Scan hatine girtin.
- Şûştina Gurçikan: 118 kiryarên şûştina gurçikan bo nexweşan hatine kirin.
Hevdem di warê neştergeriyên giştî de jî, Emîr Elî diyar kir ku 15 neştergeriyên hewarhatinê (bilez) ji aliyê pizîşkên pispor ve hatine kirin. Wî herwisa eşkere jî kir ku di rojên cejnê de sê kesan ji ber sedemên cuda cuda canê xwe ji dest daye.
30 zarok li Zaxoyê hatine ser dinyayê
Di pişkeke din a wê daxuyaniyê de, li ser rûdanên dilxweşker ên hatina endamên nû bo nava malbatan, Berpirsê Ragihandina Saxlemiyê ya Zaxoyê aşkere kir ku di van rojên bêhnvedanê de 30 zarok hatine ser dinyayê; ku ji wan 17 kur û 13 jî keç bûne, herwisa 7 ji wan zarokan bi rêya neştergeriyê peyda bûne.
Ev amar û haydariyên saxlemiyê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Saxlemiyê ya Zaxoyê ve bi armanca haydarkirina raya giştî li ser asta xizmetkariyên berdewam ên tîmên saxlemiyê di rojên cejnê de hatine weşandin.