Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê: Îsal 23 kes xeniqîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê nûtirîn amara rûdanên xeniqîn û şewatan aşkere kir û ragihand ku tenê di çar rojên cejnê de 155 rûdanên şewatan jî hatine tomarkirin.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş îro (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji malpera Kurdistan24ê re amarên nû yên rûdanên cuda cuda pêşkêş kirin û ragihand; par 68 kesan ji ber xeniqînê canê xwe ji dest dabû, û îsal jî heta niha 23 rewşên xeniqînê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê herwisa diyar jî kir ku piranîya wan rewşan li sînorê parêzgeha Hewlêrê û bi taybetî di Zêyê Mezin de bûne, û tenê di vê cejnê de jî du kes li Zaxo û Silêmaniyê xeniqîne.
Serkewt Kareş herwisa bal kişand ser wê yekê jî ku piranîya qurbaniyên par temenê wan di navbera 15 heta 20 saliyê de û zarok bûne; ji ber vê yekê jî daxwaz ji dê û bavan dike ku di dema geşt û seyranan de hay ji zarokên xwe hebin.
Navborî herwisa rênimayî da welatiyan jî ku di dema kirina melevaniyan de amûrên silametiyê mîna êlekan bi kar bînin, û li wan cihên ku şarezayî lê nîne melevaniyan nekin, ji ber ku xwezaya avên Herêma Kurdistanê cuda ye û hinek ji wan pir kûr, sar an jî boş in.
Ji aliyê pizîşkî ve jî hişyarî da ku nabe piştî xwarina zêde melevanî bên kirin ji ber ku xeteriyê li ser jiyana mirov çê dike. Wî tekez jî kir ku sedema serekî ya piranîya rûdanan pabendnebûna bi rênimayiyan e, tevî ku tabloyên hişyarkirinê bi sê zimanan li wan cihan hatine danîn.
Amarên girêdayî sala 2025ê û xelaskirina welatiyan
Li ser zanyarên sala borî(2025), Serkewt Kareş ron kir ku di wê salê de 12 hezar û 345 rûdanên cuda cuda hebûne; ku 9 hezar û 402 ji wan şewat û 508 jî lehî bûne. Ji ber vê yekê 85 kesan canê xwe ji dest dabû, ku 68 ji wan ji ber xeniqînê bû, û tenê li sînorê Hewlêrê jî 26 kes xeniqîbûn.
Her di sala borî de, 2 karmendên Berevaniya Şaristanî canê xwe feda kiribû û 18 efser û karmend jî birîndar bûbûn, lê tîmên wan karîbû li seranserî Herêma Kurdistanê jiyana yek hezar û 126 welatiyan ji xeteriya teqez rizgar bikin, ku 22 ji wan ji xeniqînê hatibûn xelaskirin.