Bessent: Cara yekem e Îranî razî dibin behsa nebûna çekên atomî bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê ragihand, stratejiya Donald Trump a ji bo "guhertina reftara Îranê" serkeftineke mezin bidest xistiye û Tehran cara yekem di dîroka 47 salên Komara Îslamî de, amade ye li ser "nebûna çekên atomî" danûstandinan bike.
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, îro Yekşemê 31ê Gulana 2026an di hevpeyvînekê ligel kanala "Fox News" de aşkere kir, operasyona bi navê "Hêrsa Aborî" (Economic Fury) û dorpêça leşkerî bandoreke "kujer" li ser jêrxana Îranê kiriye.
Bessent destnîşan kir, wan ne rejîm, lê belê "pêkhateya desthilatê" li Îranê guhertiye û got: "Çînên yekem û duyem ên serkêşiya Îranê ji hev ketine û em niha bi grûpa sêyem a desthilatê re rûbirû ne."
Wezîrê Amerîkî zanyariyên hûrgulî li ser krîza navxweyî ya Îranê dan û diyar kir, li gorî raporên wan, %50ê artêşa Îranê mûçeyên xwe wernegirtine û hêzên polîs êdî naçin ser karên xwe. Bessent got: "Dorpêça aborî û leşkerî ya li ser benderan, bi taybetî li ser Girava Xargê ku navenda hinardekirina petrolê ye, aboriya Îranê bi temamî peyitandiye."
Çar mercên sereke yên Amerîkayê
Scott Bessent tekez kir, her rêkeftineke ku were îmzekirin, divê van çar xalên bingehîn misoger bike:
1- Azadiya çûnûhatina li Tengava Hurmizê: Divê tengav bi temamî li rûyê keştiyên navdewletî were vekirin.
2- Kontrola li ser Uranyumê: Divê uranyuma dewlemendkirî ya di destê Îranê de were tunekirin yan jî radestkirin.
3- Bêçekkirina atomî: Divê garantî were dayîn ku Îran ne çekan çêbike û ne jî ji derve bikire.
4- Veguherîna bo welatekî asayî: Divê Tehran piştî 47 salan dest ji piştgirîkirina grûpên çekdar berde û wekî welatekî asayî tevbigere.
Mijarên navxweyî: "Hesabê Trump" û Pereyên nû
Di beşeke din a axaftina xwe de, Bessent li ser aboriya Amerîkayê jî got, bihayê sotemenî û enerjiyê dê dakeve. Herwiha behsa projeya "Hesabê Trump" (Trump Account) kir ku tê de hikûmet dê bo her zarokekî ku di dema serokatiya Trump de ji dayik dibe, 1000 dolaran bixe hesabê wî/wê, da ku hînî karên darayî bibe.
Derbarê çapkirina pereyê nû yê 250 dolarî ku wêneyê Donald Trump li ser be, Bessent got: "Ev proje niha li Kongressê ye. Pir guncayî ye ku wêneyê Trump li ser vî pereyî be, ji ber ku ew di 250emîn salvegera damezirandina Amerîkayê de serokê welat e."