Şanda PDKê di demeke nêz de serdana aliyên siyasî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda danûstandkar a PDKê di demeke nêz de dest bi gereke nû ya serdanên bo aliyên siyasî dike. Ev pêngav li ser bingaha destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî tê avêtin û armanc jê gihîştina lihevkirinekê ji bo pêkanîna hikûmetê ye.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amadekariyan dike ku şanda xwe ya danûstandkar bişîne cem hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê. Ev tevgera nû wekî hewldanekê ji bo komkirina aliyan li ser maseya diyalogê û hilgirtina berpirsiyariya niştimanî tê nirxandin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Hiwa Geylanî ji bo Kurdistan24ê re ragihand: "Li ber ronahî û naveroka peyama Serok Barzanî, şanda PDKê dê dest bi hevdîtinan bike. Ev wekî amadekariyekê ye ji bo gihîştina encameke erênî, da ku Parlamena Kurdistanê were aktîvkirin û hikûmeta nû were pêkanîn."
Geylanî herwiha destnîşan kir, ew geşbîn e ku hemû alî bersiva peyama Serok Barzanî bidin û got: "Peyama Serok Barzanî ji nêrînekî neteweyî û hestkirina bi berpirsiyariyê hatiye, lewma hemû aliyan dixe berpirsiyariyeke dîrokî."
PDK û YNK nêzîkî hev dibin
Li aliyê din, nîşanên nêzikbûna her du hêzên sereke (PDK û YNK) bêtir derdikevin pêş. Endamê Serkêşiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Xazî Elî ragihand, egereke mezin heye ku hefteya bê PDK û YNK ji bo gihîştina rêkeftinekê dest bi danûstandinên fermî bikin.
Rola navbeynkariyê ya Yekgirtû
Xazî Elî herwiha behsa rola navbeynkariyê ya partiya xwe kir û aşkere kir: "Li gorî zanyariyên ku di serdanên Emîndarê Giştî yê Yekgirtû yên bo PDK û YNKê de hatine bidestxistin, her du aliyan jî amadehiya xwe ya tam ji bo nêzikbûn û gihîştina lihevkirinekê nîşan dane."