Trump Tom Barrack wekî nûnerê xwe yê taybet bo Iraq û Sûriyeyê destnîşan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Tom Barrack wekî Nûnerê Taybet ê Serokatiyê ji bo Iraq û Sûriyeyê erkdar kir. Armanca vê pêngavê, xurtkirina hevkariyên stratejîk ên bi Bexda û Şamê re ye.

Trump, îro Yekşemê 31ê Gulana 2026an, li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" ragihand, Tom Barrack ku niha Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê ye, dê ji niha pê ve wekî Nûnerê Taybet ê Serokatiyê çavdêriya dosyayên Iraq û Sûriyeyê bike.

Trump di peyama xwe de bal kişand ser giringiya navçeyê û diyar kir, têkiliyên Amerîkayê yên bi Iraq û Sûriyeyê re di geşepêdaneke berdewam de ne. Li gorî biryarê, Tom Barrack dê di erkê xwe yê balyoztiya li Enqereyê de bimîne, lê bi piştgiriya tam a Wezareta Derve, dê serkêşiya dîplomasiya Amerîkayê ya li Bexda û Şamê bike. Trump pesnê karên Barrack da û got: "Barrack karekî bêhempa encam daye û em spasiya wî dikin ku xizmeta welatê me dike."

Ev destnîşankirina nû piştî guhertinên di nav tîma Trump de tê. Pêştir di 19ê Cotmeha 2025an de, Donald Trump Mark Savaya wekî nûnerê taybet ê Iraqê diyar kiribû. Lê belê Savaya piştî çend mehan bêyî ti daxuyaniyekê ji kar hat dûrxistin.

Li gorî agahiyên Reutersê ku di 1ê Sibata 2026an de belav kiribûn, sedema sereke ya dûrxistina Mark Savaya, serneketina wî ya di dosyayên hestiyar de bûye. Hatibû gotin ku Savaya nekariye rê li ber namzedbûna Nûrî Malîkî ji bo posta serokwezîrtiya Iraqê bigire. Ev di demekê de bû ku Trump bi awayekî aşkere li dijî vegera Malîkî ya ser desthilatê daxuyanî dabûn.