Zeydî: Pêwîst e Iraq û Amerîka kar li gorî Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî di hevdîtina bi Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê re, girîngiya berdewamiya têkiliyên binyatner û hevkariyên di çarçoveya peymanên stratejîk de tekez kir.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro Yekşemê 31ê Gulana 2026an, li Bexdayê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê Joshua Harris kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, di hevdîtinê de asoyên hevkariya navbera her du welatan û rêyên pêşxistina têkiliyan di hemû waran de hatin gotûbêjkirin. Zeydî û Harris bi taybetî li ser xurtkirina têkiliyên di warên aborî, veberhênan û çandî de rawestiyan ku li ser bingeha berjewendiyên hevpar ên Bexda û Washingtonê hatine avakirin.

Zeydî di civînê de bal kişand ser pêdiviya hebûna têkiliyeke binyatner di navbera Iraq û Amerîkayê de. Herwiha tekez kir ku divê xebatên hevpar di çarçoveya "Rêkeftinnameya Çarçoveya Stratejîk" û yadaştên lihevkirinê yên dualî de berdewam bikin.

Her du aliyan pabendbûna xwe ji bo xurtkirina hevkarî û hevahengiyê di pirsên dualî û herêmî de nîşan dan. Di civînê de hat destnîşankirin ku divê ji bo çareserkirina nakokiyan, zimanê diyalog û dîplomasiyê were bikaranîn û ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiya navçeyê xebateke hevpar were meşandin.