Trump û Ehmed Şera rakirina cezayan û avedankirina Sûriyeyê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi riya telefonê, peywendiyên dualî, aramiya Sûriyeyê û rakirina cezayên aborî gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Sûriyeyê, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 31ê Gulanê di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, pêşeroja têkiliyên her du welatan û rewşa dawî ya navçeyê gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Ehmed Şera di vê hevdîtinê de tekezî li ser giringiya berdewamiya piştgiriya navdewletî ji bo Sûriyeyê di qonaxa "dubare avakirin û vejînê" de kir.
Herwiha Ehmed Şera destnîşan kir ku rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê "gaveke bingehîn" e daku aboriya welat dîsa bikeve tevgerê. Şera got: "Rakirina van cezayan dê bibe sedema baştirkirina şert û mercên jiyana welatiyan, handana veberhênanê û vekirina derî ji bo projeyên geşepêdanê di hemû sektorên giring de."
Di peywendiyê de, her du serokan behsa astengiyên ewlehiyê yên li navçeyê û rageşiyên navdewletî jî kirin. Ehmed Şera anî ziman ku ji bo çareserkirina krîzan û mîsogerkirina aramiyê, divê rêyên dîplomatîk û diyalog werin xurtkirin, daku herêm ji şer û aloziyên zêdetir were parastin.
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku parastina aramiya li Sûriyeyê giring e û wî piştgiriya xwe ya ji bo karên avedankirin û vejandina welat diyar kir.
Di dawiya peywendiyê de, her du serok li ser berdewamiya peywendî û hevahengiya di navbera her du welatan de li ser dosyayên hevpar lihev kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du gelan bike û aramiya Rojhilata Navîn xurt bike.