Dezgeha Mînê ji welatiyan re: Ji bo wênegirtinê jiyana xwe nexin metirsiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan li Hewlêrê, hişyariyeke tund da ciwan û çalakvanên torên civakî ku ji bo girtina wêneyên sêlfî û vîdyoyan, nêzîkî paşmayiyên mûşek û dronan nebin. Dezgehê ragihand, nabe mirov jiyana xwe di pêxema 'lîkeyan' de bike qurban.

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan îro Yekşemê 31ê Gulana 2026an, bi daxuyaniyekê bal kişand ser diyardeyeke metirsîdar, ku hin welatî û bikarhênerên torên civakî, ji bo amadekirina naverokê, diçin cihên ku mûşek û dron lê ketine û li wir wêneyan dikişînin.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan Elî Ebdulrehman destnîşan kir, ji ber rageşiyên dawî yên li navçeyê, paşmayiyên şer û mûşekên neteqiyayî metirsiyeke rastîn li ser jiyana xelkê çêkirine.

Ebdulrehman rexneyên tund li wan kesan girtin ku ji bo 'lîke' û sêlfiyan dikevin nav zeviyên bi mîn û cihên mûşek lê ketine û got: "Di cîhana mîn û teqemeniyan de, xeletiya yekem zêdetirî caran dibe xeletiya dawî. Ti fersendeke duyem nîn e."

Rêveberiyê ji bo parastina jiyana welatiyan, sê xalên sereke wekî rênimayî weşandin:

1- Bi ti awayî nêzîkî tiştên gumanbar nebin û wêneyên wan nekişînin.

2- Welatî divê ji herêmên çiyayî û geliyên nenas dûr bikevin.

3- Di dema dîtina her paşmayiyeke şer de, demildest bi riya hêla germ a (182) Dezgeha Mînê agahdar bikin.

Dezgeha Mînê hişyarî da ku heke welatî pabendî rênimayan nebin, ji bo parastina silametiya giştî, ew ê neçar bimînin ku li dijî wan kesên jiyana xwe û ya xelkê dixin metirsiyê, rêkarên tund ên yasayî bidin destpêkirin.