Roja Zarokan a Cîhanî : Li Rojhilata Navîn zarok qurbaniyên sereke yên şer in

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 1ê Hezîranê, li gelek welatên cîhanê wek "Roja Parastina Zarokan" tê pîrozkirin. Her çend ev roj wek fersendekê ji bo balkişandina ser mafên zarokan bê dîtin jî, lê raporên îsal nîşan didin ku zarokên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn, di rewşeke herî xedar û bêtifaq de ne.

Her çend Neteweyên Yekbûyî (NY) 20ê Mijdarê wek Roja Zarokan qebûl bike jî, lê 1ê Hezîranê li welatên rojhilatê Ewropa û welatên erebî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Kokên vê rojê vedigerin Konferansa Cenevê ya sala 1925an, lê biryara fermî di sala 1949an de li Moskoyê ji aliyê "Yekîtiya Navdewletî ya Demokratîk a Jinan" ve hat girtin.

Yek ji sedemên sereke yên hilbijartina vê rojê, bibîranîna "Komkujiya Lidice" ya sala 1942an e ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de ji aliyê Naziyan ve hatibû kirin û tê de bi dehan zarok hatibûn kuştin. Ji sala 1950î ve, ev roj wek banga parastina zarokan ji şer, karkirin û birçîbûnê tê pîrozkirin.

2026: Saleke biêş ji bo zarokan

Rêxistina Navdewletî ya "Save the Children" û UNICEFê bi boneya vê rojê raporên metirsîdar belav kirin. Li gorî van raporan, tundûtûjiya li dijî zarokan di sala 2026an de gihîştiye asteke herî bilind. Seroka Save the Children Inger Ashing hişyarî da ku sîstemên mirovî û navdewletî di parastina zarokan de qels mane.

Rewşa li Sûriye û Sûdanê:

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji ber nûbûna şer di destpêka sala 2026an de, derdora 200 hezar kes koçber bûn ku nîvê wan zarok in. Li bajarê Kobanê, herî kêm 5 zarokan ji ber sermaya zivistanê û nebûna xizmetguzariyên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Li Sûdanê jî tenê di mehekê de 20 zarok di pevçûnan de hatine kuştin.

Îran û Filîstîn:

Li Îranê rewş hîn girantir e; rapor diyar dikin ku 144 zarok hatine kuştin û gelekên din jî di girtîgehan de ne. UNICEFê bang li Tehranê kir ku tavilê dawî li girtina zarokan bîne. Li aliyê din, li Xezzeyê jî tevî agirbesteke lawaz, di meha Çileyê de 37 zarok hatine kuştin.

Amarên giran: 160 hezar qurbanî

Ji sala 2005an ve heta niha, li 33 welatên cîhanê zêdetirî 400 hezar binpêkirinên giran li dijî zarokan hatine belgekirin. Di vê heyamê de:

- Nêzîkî 160,000 zarok hatine kuştin an kêmendam bûne.

- Zêdetirî 100,000 zarok ji aliyê komên çekdar ve wek "zarok-leşker" hatine bikaranîn.

Banga ji bo aştiyê

Roja Cîhanî ya Zarokan tenê ne rojeke pîrozbahiyê ye, lê rojeke bîranîna peymanên navdewletî yên wek "Peymana Mafên Zarokan" (1989) e. Ev peyman mafê perwerde, tenduristî û jiyaneke bi rûmet ji bo her zarokekî wek erk datîne ser milê dewletan.

UNICEF di dawiya raporta xwe de tekez dike ku: "Tundûtûjiya sala 2026an nayê qebûlkirin. Rêya herî bi ewle ya ji bo rizgarkirina zarokan, tenê aştî ye."