Nêçîrvan Barzanî û Musenna Samerayî: Giring e çek tenê di destê dewletê de bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Hezîranê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, "Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya welat, girîngiya temamkirina hikûmetê, dagirtina wezaretan û sînordarkirina çekan tenê di destê dewletê de hatin gotûbêjkirin. Di vê mijarê de her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û hevahengiya aliyên siyasî kirin, daku ev yek di xizmeta berjewendiya giştî û aramiyê de be."
Herwiha hat diyarkirin ku "têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tewereke din a hevdîtinê bû. Her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên hilawistî bi rêya diyalog û hevtêgihîştinê kirin, bi awayekî ku berjewendiya giştî û aramiya welat were parastin."
Di dawiya hevdîtinê de, dawîn geşedanên herêmî û rewşa navçeyê jî hatin nirxandin.