Mesrûr Barzanî û Musenna Samerayî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîranê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî kir.
Di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê rewşa giştî û dawîn guhertin û geşedanên prosea siyasî ya Iraqê de hatin kirin.
Her du alî li ser girîngiya piştgirîkirina hikûmeta federal li ser bingeha xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyên Iraqê hevnêrîn bûn. Her wiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê hat kirin, bi awayekî ku rêz li sîstema federal û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê werin girtin.