Bingeha Xatemul Enbiyayê hişyariyeke tund da Îsraîlê
Netanyahu kuştina 8 hezar çekdarên Hizbulahê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Bingeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê hişyarî da xwecihên deverên bakur û bajarkên serbazî yên Îsraîlê, ku deverên xwe vala bikin. Ev jî piştî gefên Serokwezîrê Îsraîlê bo bombebarankirina Dahiye û Beyrûtê tê.
Bingeha Xatemul Enbiyayê îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di berdewamiya kar û çaslakiyên xwe yên serbazî li deverê de, gefa bombebarankirina devera Dahiye û bajarê Beyrûtê kiriye û hişyariya valakirinê daye xwecihên wan.
Bingeha Xatemul Enbiyayê îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) ragihand: “Ji ber binpêkirina berdewam a agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve, di îhtîmala bicihanîna van gefan de, em hişyariyê didin xwecihên deverên bakur û bajarkên serbazî li deverên dagirkirî, yanî ew deverên ku Îsraîlê dagir kirine û welatiyên xwe lê xwecih kirine. Eger hûn naxwazin zirar bigihîje we, divê hûn ji deverê derkevin."
Netanyahu: Kontrolkirina Keleha Şeqîfê guhertineke bingehîn ye
Ev hişyarkirina tund a Bingeha Xatemul Enbiyayê piştî wê yekê tê ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) di gotarekê de ragihand ku hêzên wan Keleha Şeqîfê li başûrê Libnanê kontrol kiriye, ev jî wekî guhertineke bingehîn di operasyonên serbazî yên Îsraîlê de wesf kir.
Netanyahu tekez jî kir ku di meha borî de artêşa Îsraîlê karîbû nêzîkî 700 endamên Hizbulahê bikuje. Diyar jî kir ku ji destpêka şer ve (ku ji meha Adara borî ve hatiye destpêkirin) 8 hezar endamên Hizbulahê hatine kuştin. Herwisa got jî ku operasyonên serbazî yên berdewam encamên giring bi dest xistine. Ev daxuyaniyên Netanyahu di demekê de ne ku aloziyên serbazî li eniya Libnanê û operasyonên Îsraîlê li gelek deverên başûrê Libnanê berdewam in.
Bersivdana Hizbulahê û lêdana bingehên serbazî
Ji aliyekî din ve jî, Hizbulaha Libnanî jî her duhî di daxuyaniyekê de aşkere kir; “Ji bo berevanîkirina ji Libnanê û gelê wê, û li beramberî binpêkirina agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve û wan êrîşên ku gundên başûrê Libnanê kirin armanc (ku di encamê de kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl jê çê bûbû), çekdarên eniya Miqawemeyê kombûna timbêlên artêşê û serbazên Îsraîlî li bajarkê Beyazeyê bi mûşekan kirin armanc.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku çekdarên Hizbulahê saet 8:40 ê sibehê, kombûna serbazên artêşa Îsraîlê li cihê danana hêlîkopterekê li bajarkê Şilomiyê bi dronwkê kir armanc. Herwisa li bajarkê Nehariyeyê jî jêrxaneke artêşa Îsraîlê bi mûşekan bombeyaran kiriye.