Netanyahu: Eger Huzbulah êrîşan ranewestîne, em dê Beyrûtê bikin armanc

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê aşkere kir ku di peywendiyeke telefonî de ji Serokê Amerîkayê re tekez kiriye; eger êrîşên li ser bajar û welatiyên Îsraîlê neyên rawestandin, hêzên wan dê armancan di nava cergê Beyrûtê de bihingêvin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya “X”ê aşkere kir ku wî îro peywendiyeke telefonî ligel Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump kiriye û li ser pêşveçûnên serbazî yên deverê danûstandin kirine.

Netanyahu di peyama xwe de rasterast rûbirûyî îdîayên agirbestê bû ku nivîsî: "Min ji Trump re ragihand, eger Hizbulah êrîşên xwe yên li ser bajar û welatiyên me bi dawî neyîne, Îsraîl dê armancên terorîstî di nav Beyrûtê de bihingêve."

Binecihiya helwesta Televîvê û berdewamiya operasyonan

Serokwezîrê Îsraîlê tekez jî kiriye ku helwesta welatê wî li ser vê pirsê binecih e û tu guhertinek bi ser de nehatiye. Wî herwisa got: "Pêgeh û helwesta me dê wekî xwe bimîne."

Serokwezîrê Îsraîlê li ser rewşa meydanî ya eniyên şer jî ragihand ku artêşa welatê wî li gorî wê plana ku pêştir jê re hatibû hûnandin, dê li ser operasyonên xwe yên serbazî yên di nav axa başûrê Libnanê de berdewam be.

Ev daxuyaniya tund a Netanyahu di demekê de ye ku her îro Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wî tîk kariye agirbesteke demildest li Libnanê biçespîne; tekez jî kir ku Îsraîlê biryar daye hêzên xwe neşîne nav Beyrûtê û Hizbulagj î razî bûye ku hemî êrîş û teqekirinan rawestîne.