UNICEF: Lehiyên çemê Feratê 14 hezar kes derbider kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Zarokan (UNICEF), derbarê rîskên mezin ên li ser jiyana zarokan li parêzgehên Dêrazor û Reqayê hişyarî da. Ji ber lehiya çemê Firatê, bi hezaran kes koçber bûne û jêrxana herêmê ziyaneke mezin ditiye.
UNICEFê duh 1ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê û seravêtina wê, 14 hezar kes neçar mane malên xwe bicih bihêlin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku torên xizmetguzariyê yên bingehîn xera bûne û gihîştina bi ava vexwarinê ya paqij gelekî zehmet bûye.
Li gorî UNICEFê, zarokên li van herêman bi sê rîskên sereke re rûbirû ne; ew jî xeniqîna ji ber lehiyê û herikîna tund a avê, metirsiya bermahiyên şer ku ji ber guherîn an veşartina cihê mîn û teqemeniyan bi rêya avê çêdibe, û her wiha belavbûna nexweşiyên vegirtî yên ku bi rêya ava gemar tenduristiya zarokan dixe bin metirsiyê.
UNICEFê aşkere kir ku tîmên wan kar ji bo dabînkirina ava paqij ji bo 400 hezar kesî dikin. Di vê çarçoveyê de, kar li ser çêkirina bendavên axê û nûkirina westgeha "Firat" a parzûnkirina avê tê kirin. Her wiha alîkariyên mîna ava vexwarinê, piştgiriya derûnî û kampanyayên hişyariyê yên li dijî nexweşiyan ji bo koçberan tên pêşkêşkirin.
Hefteya borî, Wezareta Rewşên Awarte ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi hevkariya Parastina Sivîl (Kumên Sipî), hişyariya "asta sor" dabû û ji welatiyan xwestibû ku ji qiraxa çemê Firatê dûr bikevin.
Hat ragihandin ku ji ber zêdebûna herikîna avê ji aliyê Tirkiyeyê ve û vekirina dergehên avê yên Bendava Firatê, asta avê zêdetirî du metreyan bilind bûye û ev yek bûye sedema lehiyê li gund û bajarokên li ser rêya çem.