K24 naveroka civîna şanda Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke tevlîbûyî di civîna îro ya Bexdayê de ji Kurdistan24ê re aşkere kir ku Serokwezîrê Iraqê soz daye şanda Herêma Kurdistanê û kompaniyan ku tevahiya arêşeyan çareser bike, daku di rewşeke aram de asta hinardekirina petrolê herî zêde bilind bikin.

Çavkaniyeke tevlîbûyî di civîna navbera Serokwezîrê Îraqê û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo Kurdistan24ê ragihand; civîna îro ya Bexdayê di rewşeke pir baş de birêve çûye.

Wê çavkaniyê herwesa got ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî soz daye şanda Herêma Kurdistanê û nûnerên kompaniyên petrolê ku ew dê tevahiya arêşe û astengiyan çareser bike, daku bikarin di rewşeke aram de hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya cîhanî bigihînin asta herî bilind.

Çavkaniya jêgotî diyar jî kir ku şanda Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê li ser tevahiya xalên danûstandinan yek bûne û her du alî bi temamî hevdeng bûne ku di zûtirîn dem de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê destpêkirin.

Şandeke serbazî bo çareserkirina arêşeyên ewlehiyê seredana Herêma Kurdistanê dike

Di pişkeka din a daxuyaniya xwe de, wê çavkaniyê bal kişand ser pêngavên kiryarkî yên parastina zeviyên petrolê û aşkere kir: “Serokwezîrê Îraqê çend fermandeyên serbazî raspartine ku di dema hefteya bê de seredana Herêma Kurdistanê bikin û arêşeya ewlehiyê ya ku kompaniyên berhemanîna petrolê hene bi yekcarî çareser bikin.

Her wê çavkaniyê ron jî kir ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî soz daye Serokwezîrê Îraqê û tevahiya amadebûna xwe bo bilindkirina asta hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Cîhanê diyar kiriye.