Trump: Em her roj ligel Îranê danûstandinan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ew nûçe red kirin ên ku behsa rawestandina danûstandinên di navbera Waşinton û Tehranê dikin; wî tekez kir ku peywendî bi rengekê rojane berdewam in û hişyarî da Tehranê ku êdî dema wê yekê hatiye piştî 47 salan lihevkirineke dawiyê îmze bikin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya “Truth”ê ragihand; ew raportên ku dibêjin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê ev çend roj in danûstandinên xwe rawestandine, "nûçeyên sexte û şaş in." Trump aşkere kir ku pêvajoya lihevguhertina peyaman û axaftina di navbera her du aliyan de bi rengekê rojane berdewam in.
Trump hûrgiliyên dema danûstandinan eşkere kirin û ragihand: "Em berdewam di peywendiyê de ne; çar rojan berî niha, sê rojan, du rojan, duhî û heta îro jî danûstandinên me hebûne." Herçend e wî amaje bi wê yekê jî kir ku hîna diyar nîne ev danûstandin ber bi çi encamekê ve diçin, belê tekez li ser pêdivîtiya gihîştina bi lihevkirinê kir.
Peyama tund a Trump bo serkirdetiya Îranê
Serokê Amerîkayê peyameke tund arasteyî serkirdetiya Îranê kir û ragihand: "Min ji Îraniyan re gotiye ku dema wê hatiye bi her rengekî be lihevkirinekê bikin. Ev 47 sal in ku hûn bi vî rengî reftarê dikin, êdî rê nayê dan ku ev rewş berdewam be."
Ev daxuyaniyên Serokê Amerîkayê wekî bersivekê bo raportên ajansa "Tesnîm"ê û medyayên din ên Îranê tê, ku ragihandibû lihevguhertina peyaman ligel îdaredara Trump ev çend roj in hatiye sekinandin.