Pêngavên veguhestina projeya Hejmara Min bo ser Wezareta Darayî hatine destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pêngavên veguhastina projeya Hejmara Min bo ser mîlakê wê wezaretê di çend qonaxan de hatine destpêkirin, herwesa biryar e di çend mehên bê de bi temamî radestî wê wezaretê bê kirin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) ligel tîma serperiştyar a projeya Hejmara Min li Nivîsgeha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.
Li gorî daxuyaniya wê wezaretê, di wê civînê de danûstandin li ser pêngavên dawiyê yên bicihanîna projeya Hejmara Min hatin kirin û tekez li ser zêdetir bilezkirina pêvajoya tomarkirina tevahiya mûçexuran di nêzîktirîn dem de hat kirin.
Di pişkeke din a wê civînê de, wekî ku di wê daxuyaniya de hatiye gotin, behsa pêngavên veguhastina wê projeyê bo ser Wezareta Darayî hat kirin, ku niha di çend qonaxan de dest pê hatiye kirin û biryar e di çend mehên bê de ew proje bi temamî radestî wezaretê bê kirin.
Amar û zanyarên nû yên girêdayî projeya Hejmara Min
Her di wê civînê de, bi rêya data û zanyaran nûntirîn amara projeya Hejmara Min bi vî rengî hat berçavkirin:
- Tomarkirina Giştî: Heta niha yek milyon û 168 hezar fermanber û mûçexur hatine tomarkirin.
- Kartên Bankan: Zêdetir ji 830 hezar kartên bankan hatine parvekirin.
- Mûçeyê Meha Gulanê: 800 hezar kesan bi rêya 635 amûrên dûrxistina pereyan (ATM) mûçeyên xwe wergirtine.
- Malbatên Şehîdan û Çavdêriya Civakî: Ji 474 hezar kesûkarên şehîdan û mifadarên çavdêriya civakî, heta niha 418 hezar jê hatine tomarkirin û 220 hezar mûçexuran jî kartên xwe yên bankan wergirtine.
Wezareta Darayî behsa wê yekê jî kir ku niha pêvajoya tomarkirina fermanberên girêbest li ser dahat, pêşxistin û mîlakatan hatiye destpêkirin û nêzîkî 50 hezar mûçexuran mane ku xwe tomar bikin; ku piraniya wan mîratgirên xanenişînan in û pareke wan jî li derveyî Kurdistanê dijîn.
Çareserkirina arêşeyên ATM û xanenişînan
Awat Şêx Cenab herwesa ew tîm û aliyên peywendîdar raspartin ku tevahiya hemî bizav û şiyanên xwe ligel bankan bi kar bînin, bo çareserkirina wan arêşe û astengiyên ku di dema borî de çê bûbûn; bi taybetî arêşeya amûrên dûrxistina pereyan (ATM) û arêşeyên girêdayî xanenişînan di dema wergirtina kartên bankan de.
Di dawiya daxuyaniyê de jî hat eşkerekirin ku Wezîrê Darayî û Aborî tekez jî kir ku divê mekanîzmeke nû bo tomarkirina wan xanenişînan bê danan ên ku nexweş in an astengdar in û nikarin raste rast seredana bankan bikin.
Ev pênvaga giring a Wezareta Darayî bo kontrolkirina sîstema bankan a fermanberan rasterast ligel daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî hevdem e, ku ragihandibû piştî seredana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê hevfêmkirineke pir baş çê bûye û êdî arêşeya mûçeyên Herêma Kurdistanê namîne.