Zaxo: Cotkaran dest bi çinîna berhemên xwe yên havînê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Pişkeka berhemê havînê yê cotkarên Zaxoyê gehiştiye û dest bi çinîn û firotina wan berheman hatiye kirin. Cotkar bi çêkirina kepir û xîvetan li ber lêva cadeya giştî ya zeviyên xwe berhemên xwe difiroşin; ji ber ku daxwazeka zêde ya welatiyan li ser heye, ew berhemên xwe nabin eleweyan û her li wê derê difiroşin.
Zêrevan û Nasir, ku du cotkarên Zaxoyê ne û li ser pitirî 20 donemên erdî berhemên havînî yên wekî xiyar, bacansork (temate), filfil, bacanreşk û hind berhemên dî çandine, piştî westiyaneka dirêj bo dema 9 mehan, berhemên wan niha gehiştine qonaxa çinînê. Ew berhemê xwe li ber lêva cadeya zeviya ku li ser rêka Zaxo-Batîfayê ye difiroşin û daxwazeka zêde li ser heye.
Cotkar Nasir Silêman di vî warî de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Spêdeyê saet 6:00 heta ku êvarê û dinya tarî dibe, em li nava zeviyên xwe ne û berhemê xwe diçinin û difiroşin. Heta niha bihayê wan gelek baş û guncayî ye."
Cotkar Zêrevan Hisên jî dibêje: "Bi rêja 95% em berhemê xwe li dev zeviyên xwe difiroşin ji ber ku daxwaziyeka zêde ya welatiyan li ser heye, pişka mayî jî em ji bo eleweyan dihinêrin."
Parastina berhemên xwemalî û berjewendiya cotkaran
Daku cotkar mifayekê zêdetir ê darayî bikin, ew berhemên xwe nabin nava eleweyan û ew bi xwe ji xwe re difiroşin. Cotkar Ferset Tahir li ser vê yekê dibêje: “Berhemê me hemî xwemalî ye, wek bacanên sor, reş û spî, herwesa kulind, filfil, xiyar, gundor û zebeşan. Em wan nabin eleweyan ji ber ku li vê derê bo me baştir e."
Li dema gehiştna her berhemekê navxwe, yên biyanî tên qedexekirin û herwesa bac jî li ser tê danan daku yên navxwe bi bihayekê guncayî bên firotin.
Rêveberê Giştî yê Çandinê yê Zaxoyê Selman Mihemed ji bo Kurdistan24ê da zanîn: "Li gor roznameya Wezareta Çandinê ya salane, li dema gehiştna her berhemekê navxwe, em yên biyanî qedexe dikin an baceka zêde li ser dadinin, daku berhemê navxwe bê firotin û di dest cotkaran de nemîne."
Hinardekirina berheman bo naverast û başûrê Iraqê
Bi merema piştevanyîkirina cotkaran, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo saxkirina berhemên wan li demê gehiştinê, destûriyên fermî ji bo wan dide daku berhemên xwe ji bo başûr û naverastên Iraqê jî hinarde bikin.
Li devera Zaxoyê zêdetir ji hezar cotkaran li ser bi sedan donemên erdî berhemên fêqî û keskatiyên havînî çandine. Digel ku hikûmet rêyê li hatina berhemên biyanî digire, ew li ber lêva cadeya giştî ya zeviyên xwe berhemên xwe rasterast difiroşin welatiyan.