Supaya Pasdaran êrîşî bingehek û keştiyeke Amerîkayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên ya Îranê ragihand, wan li dijî hêzên Amerîkayê û keştiyeke bazirganî, zincîreyek êrîşên asmanî û deryayî pêk anîne. Îran vê gavê wekî bersivekê ji bo êrîşên Washingtonê yên li ser berjewendiyên Tehranê pênase dike.

Supaya Pasdaran îro 3ê Hezîranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, germahiya aloziyan ji derengiya şeva borî ve dest pê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, artêşa Amerîkayê bi mûşekekê keştiyeke petrolê ya Îranê li nêzîkî Tengava Hurmizê kiriye armanc û ziyan gihandiye odeya motorê ya keştiyê.

Wekî bersiva yekem, hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran bi mûşekên deryayî êrîşî keştiyeke bazirganî ya bi navê "Banaya" kir û got ku ev keştî "Amerîkî-Îsraîlî" ye û ji ber "binpêkirina yasayên çûnûhatinê" li Tengava Hurmizê hatiye lêdan.

Supaya Pasdaran her wiha diyar kir, piştî Amerîkayê birca wan a peywendiyan li başûrê girava "Qeşmê" bombebaran kiriye, wan êrîşeke berfireh daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên asmanî yên Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregeheke Amerîkayê ya firoke û helîkopteran li welatekî herêmê kiriye.

Hevdem, hat ragihandin ku baregeha sereke ya Fermandariya Geştiya 5emîn a Hêzên Deryayî ya Amerîkayê (US 5th Fleet) jî bûye armanca êrîşên Îranê.

Di dawiya daxuyaniyê de, Supaya Pasdaran tekez kir ku wan berê jî hişyarî dabû ku dê bersivên wan tundtir bin, êrîşên îro jî îsbata wan sozên wan in. Herwiha peyameke tund ji Washingtonê re şand û ragihand: "Têkdana ewlehiya Tengava Hurmizê, dê baceke gelekî giran ji bo artêşa Amerîkayê li pey xwe bîne."