Serok Barzanî û Musena Samerayî rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

Serok Barzanî û Musena Samerayî
Serok Barzanî û Musena Samerayî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezmê kir û di rûniştinekê de rewşa siyasî ya Îraqê û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de nîqaş kir.

Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da ku Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, di wê hevdîtinên de rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Îraqî de hatine nîqaşkirin.