Hizbulah: Me êrîşî Îsraîlê kir
Trump: Ez û Netanyahu bi tundî li ser telefonê axivîn; ez ji berdewamiya şer bêzar im
Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku Hizbulahê êrîşeke bi mûşekan kir ser kombûna serbazên Îsraîlê, gera pêncê ya danûstandinên rasterast ên di navbera Libnan û Îsraîlê de li Waşintonê dest pê kir; hevdem Trump aşkere kir ku peywendiyeke telerfonî ya "tund" ligel Netanyahu hebûye û nîgeraniya xwe ya zêde li ser berdewamiya şerê Libnanê diyar kiriye.
Hizbulaha Libnanê îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) berpirsiyariya xwe li ser êrîşeke bi mûşekan bo ser bakûrê Îsraîlê ragihand. Hizbulahê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev êrîş "bersivik e bo binpêkirinên artêşa Îsraîlê yên li ser lihevkirina agirbestê" û tê de kombûna serbazên Îsraîlî kiriye armanc.
Li beramberî vê yekê jî, berpirsên Îsraîlê hişyarî daye ku eger Hizbulah li ser avêtina mûşekan berdewam be, artêşa wan dê başûrê Beyrûtê bombebaran bike, û tekez kir ku Waşinton piştgiriyê dide vê helwesta wan.
Pêşveçûna danûstandinan û destpêkirina gera pêncê
Tevî aloziyên meydanî, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku pêşveçûneke berçav di gera çarê ya danûstandinên rasterast ên di navbera Libnan û Îsraîlê de hatiye bidestxistin. Berdevkê Wezareta Derve Tommy Bigott aşkere kir ku danûstandin li ser her du astên siyasî û ewlehî berdewam in û merema wan gihîştina bi lihevkirinekê ye bo vegerandina serweriya Libnanê û dabînkirina ewlehiya Îsraîlê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwesa got: "Alî şiyan li beranberî şikestina du dehsalên borî bi ser bikevin û îro gera pêncê ya danûstandinan tê destpêkirin."
Ji aliyekê din ve jî, çavkaniyeke dîplomatîk bo kanala "Sky News Arabia"yê ragihandye; hikûmeta Libnanê amadebûna xwe bo ragihandina "niyetpakiyê" ligel Îsraîlê nîşan daye, bi merema gihîştina bi agirbesteke herdemî, û Waşinton jî rolekê sereke di rakirina astengên li pêşiya vê lihevkirine de dibîne.
Herçend e lihevkirina agirbestê li 17ê Nîsana borî hatiye îmzekirin û heta destpêka meha Tîrmehê hatiye dirêjkirin jî, belê pevçûnên li ser erdê bi awayekî qutbûyî berdewam in.
Zextên Trump li ser Netanyahu bo agirbestê
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtineke nû de aşkere kir ku peywendiyeke telerfonî ya tund ligel Benjamin Netanyahu encam daye. Trump got: "Ez tûre nebûme, belkî ez bêzar bûme ji ber ku şerê ligel Libnanê berdewam e." Tevî ku tekez kir peywendiyeke kesî ya pir baş ligel Netanyahu heye, belê zextên bo lezkirina agirbestê zêde kirine.