Kuweytê 24 saet dane du dîplomatên Îranê ku ji axa wê derkevin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Kuweytê 24 saet dane du dîplomatên Îranî daku axa welatê wê biterikînin. Hevdem Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Îranê li Kuweytê jî gazî kir û yadaştnameyeke nerazîbûnê radestî wî kir.
Wezareta Derve ya Kuweytê îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Kuweytê Hemed Suleyman Meşan bangî Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Îranê Hamid Hemîd kir.
Li gorî wê daxuyaniyê, yadaşteke fermî ya nerazîbûnê li ser berdewamiya êrîşên Tehranê bi Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Îranê hatiye dan. Hevdem biryara kêmkirina hejmara karmendên wê balyozxaneyê li Kuweytê bi fermî gihandiye wî.
Di pişkeka din a wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku daxwaz ji du dîplomatên Îranî, ku ji aliyê Kuweytê ve wekî kesên "nexwestî" hatine pênasekirin, hatiye kirin ku di dema 24 saetan de axa Kuweytê biterikînin.
Ji aliyekê din ve jî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Kuweytê ron kir: “Ev biryar piştî berdewamiya êrîşên li pey hev ên Îranê bi rêya mûşekên balîstîk û dronan tê; ku serê sibeha îro çend dezgehên sivîl û hestyar kirine armanc, ku Balafirxaneya Navdewletî ya Kuweytê jî di nav de ye.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber van êrîşan kesekî canê xwe ji dest daye û bi dehan welatiyên sivîl jî birîndar bûne, zêdebarî zirarên madî ku gihîştine dezgehên hestyar û bingehên dîplomatîk.