Serokê Parlamena Tirkiyeyê bo qanûna "Pêvajoya Aştiyê" serdana firaksiyonên parlamenê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya nêzîkî Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) aşkere kir ku Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di çarçoveya danûstandinên girêdayî qanûna çarçoveya "Pêvajoya Aştiyê" de, biryar e sibe Sêşemê serdana firaksiyonên DEM Partî û MHPê li parlamenê bike.

Li gorî bernameya serdanan, Kurtulmuş dê sibe (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) saet 12:30 ê piştî nîvroyê ligel Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli bicive. Paşê saet 02:00 ê piştî nîvroyê, ew dê serdana firaksiyona DEM Partiyê bike û dê ligel Hevserokên Giştî Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan û wekîlên serokên wê fraksiyonê bicive.

Her di çarçoveya van bizav û danûstandinan de, tê çaverêkirin ku Serokê Parlamena Tirkiyeyê li roja Çarşem, 22ê Tîrmeha 2026ê, jî serdana firaksiyona Partiya Dad û Pêxistinê (AK Partî) jî bike.

Behsa wê yekê tê kirin ku Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş zanyaran li ser naveroka qanûna çarçoveyê dide aliyên siyasî û daxwaza piştgiriya wan dike, daku ew proje bi lihevhatin û yekdengiyeka giştî li parlamenê bê derbazkirin.

Ev hevdîtin di demekê de tên ku bizavên Enqereyê bo amadekirina projeqanûna girêdayî qanûna çarçoveyê ku girêdayî pêvajoya aştiyê ye hatine zêdekirin û tê çaverêkirin ku di demeka nêzîk de ew proje bo gengeşekirinê bo parlamenê bo hinartin. Li gorî zanyarên hatine eşkerakirin, ev projeqanûn dê girêdayî çarenivîsa wan çekdarên PKKê be yên ku çekên xwe dadinin.