Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya destbikarbûna wî wekî Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê pîrozbahî li Andy Burnham kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina pêwendiyan nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Tîrmeha 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsî: "Ez pîrozbahiyê li Andy Burnham dikim bi helkefta bûyîna wî wekî Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê û di serkêşiya welatê wî de hêviya serkeftinê jê re dixwazim."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha amaje bi pêşxistina pêwendiyên dualî kri û ragihand: "Ez bi kelecan li benda karkirina bi hev re me bi mebesta hîn zêdetir xurtkirina wê hevbeşî û pêwendiyên nêzîk ên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hene."

Her îro Şahê Brîtanyayê, Şah Charlesê Sêyem, serokê nû yê Partiya Karkeran Andy Burnham bi fermî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya welat erkdar kir, ev yek piştî wê hat ku serokwezîrê berê Keir Starmer dest ji karê xwe kişand.