Mesrûr Barzanî: Em dixwazin bi Iraqê re li hev bikin û pêwendiyên xwe baştir bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Hezîranê di daxuyaniyekê de hûrguliyên seredana şandeya Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê aşkere kirin. Mesrûr Barzanî diyar kir, armanca wan a sereke piştgiriya Serokwezîrê nû Elî Zeydî û çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye li ser bingeha destûra Iraqê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê kiriye û derbarê mijara mûçe û hinardekirina petrolê de, ligel hikûmeta federalî guftûgoyên cidî encam dane.
Herwiha eşkere kir: "Em amade ne alîkariya Iraqê bikin, da ku hinardekirina petrolê di ser boriyên Herêma Kurdistanê re zêde bibe, ji ber ku kompanyayên petrolê ji bo destpêkirina karên xwe daxwaza garantiyê dikin."
Derbarê sektora elektrîkê de, Mesrûr Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê di warê berhemanîna elektrîkê de xwedî ezmûneke serkeftî ye û ew dikarin heta 2000 megawat elektrîkê bidin hikûmeta federalî.
Têkildarî kêşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û destpêşxeriya Serok Barzanî, Serokwezîr piştgiriya xwe ya tam ji bo wê destpêşxeriyê nîşan da û daxwaz ji aliyên siyasî kir ku bi aqilmendî bifikirin û kêşeyan çareser bikin. Herwiha tekezî li ser giringiya çalakkirina parlamenê, rêzgirtina li îradeya xelkê û encamdana hilbijartinan kir.
Derbarê mijara mûçe û deriyên sînorî de, Serokwezîr ragihand ku birêvebirina deriyan li gorî destûrê karekî hevbeş e û Herêma Kurdistanê pabendî destûrê ye. Herwiha hêvî xwest ku mijara mûçeyên fermanberan nebe amûrê milmilaneyên siyasî.
Deqa bersivên Mesrûr Barzanî yên ji bo pirsên rojnamevanan:
Rojnamevan: Armanca seredana we ya Bexdayê çi bû? Pêwendiyên niha yên Hewlêr û Bexdayê di çi astê de ne? Gelo we li ser mijara zêdekirina hinartina petrolê bi Iraqê re lihevkirinek pêk aniye?
Mesrûr Barzanî: Seredana me ya Bexdayê bêguman ji bo piştgiriya birêz Elî Zeydî, Serokwezîrê niha yê Iraqê bû. Me xwest em her hewldanê bidin ku pêwendiyên xwe ne tenê asayî bikin, lê belê ber bi pêş ve bibin. Ew tiştên me hem ji birêz Serokwezîr û hem jî ji aliyên siyasî bihîstin, hemû dilxweşker bûn; ew dixwazin rûpeleke nû vekin û kêşeyên heyî ber bi çareseriyê ve bibin. Me jî tekezî li ser cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê kir. Ji bo van karan jî şopandin pêwîst e.
Duh me şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê şand Bexdayê ku li ser mijara petrol û mûçeyan bi hikûmeta federal re gotûbêjên cidî bikin. Ev yek piştî wê yekê hat ku em bi birêz Zeydî re axivîn; wî bi xwe jî bi başî dît ku em alîkariya Iraqê bikin ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê. Wek hûn jî dizanin, niha ji ber Tengava Hurmizê rêya hinardekirina petrolê sînordar bûye yan jî nemaye. Lewma Iraq bi xwe û cîhan bi giştî ketiye bin bandora vî şerê ku niha li herêmê heye.
Ji bo ku em wek Herêma Kurdistanê destpêşxeriyê bikin û roleke bibandor û baş bilîzin, da ku alîkariya aboriya hikûmeta Iraqê bikin, me daxwaz kir ku şandeyeke kompanyayên petrolê jî ligel hikûmeta Herêmê bi hev re biçin Bexdayê. Li wir bi Serokwezîr û şandeya Iraqî re rûniştine û gotûbêjên cidî kirine. Kompanyayan daxwaza garantiyê dikin da ku karibin berhemanîna petrolê dest pê bikin û hinardekirina petrolê di ser Herêma Kurdistanê re zêde bibe. Em jî bi wê nêrînê re bûn û me piştgiriya wê pêngavê kir. Di destpêka hefteya bê de dê dîsa li ser hinek hûrgiliyan were axaftin û em li bendê ne ku kompanyayên petrolê dest bi karên xwe bikin.
Bêguman ev yek dê beşek ji kêşeyê çareser bike; her çend nabe cihgirê wî hemû petrola ku ji başûrê Iraqê dihat hinardekirin, lê ew tiştê li ser milê Herêma Kurdistanê ye ku em karibin alîkariya aboriya Iraqê û Serokwezîr bikin û piştgiriya pêwendiyeke tendirust di navbera Herêm û Iraqê de bikin, me hewl daye û em ê rola xwe bilîzin.
Rojnamevan: Ma ti mekanîzmayek heye ji bo cîbicîkirina projeya "Rûnakî" ji bo parêzgehên Iraqê?
Mesrûr Barzanî: Ev mijara elektrîkê ye û ew jî beşek ji enerjiyê ye. Wekî Herêm, di dabînkirina elektrîkê de ezmûneke me ya serkeftî hebûye, her çend car bi car hinek kêşeyên teknîkî derkevin jî. Lê belê, mijara zêdekirina berhemanîna gazê ji bo ku elektrîk zêde bibe û em karibin zêdetir ji bo Iraqê bişînin; belê, me kar li ser kiriye. Niha Hikûmeta Herêmê amade ye ku rêjeyeke zêdetir, ez bawer dikim heta 2000 megawat (MW) bide hikûmeta federal. Li ser wî bingehî em dikarin di dabînkirina elektrîkê de alîkariyeke zêdetir bidin hikûmeta federal ku ev jî bêguman dê bibe alîkar.
Rojnamevan: Gava piştî destpêşxeriya Serok Barzanî dê çi be? Gelo parlamento dê were çalakkirin û aliyên siyasî dê bicivin?
Mesrûr Barzanî: Banga Cenabê Serok wekî merci’ê bilind ê Kurdistanê gelekî di cihê xwe de bû. Wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wekî PDK’ê, em li ser fermana cenabê wan in. Em jî dixwazin ev xetimîna siyasî ya niha li Herêmê heye bi dawî bibe. Bila alî bi aqilmendî bifikirin û her kes li ser berjewendiyên bilind ên welat bifikire. Bila berjewendiyên xwe yên teng deynin aliyekî. Ez bawer dikim axaftinên neberpirsiyarane êdî derdê vî xelkî çareser nakin. Divê hemû alî li ser wê yekê hevfikir bin ku berjewendiyên vî xelkî û nêrîna vî xelkî li ber çavan were girtin. Me hilbijartin kirine, piştî 18 mehan heta niha me nekariye encamên wan hilbijartinan wekî xwe cîbicî bikin. Lewma em wiha difikirin ku divê hemû alî beriya her tiştî pabendî biryara xelkê bin û ji bo lihevkirinê li ser fermana Cenabê Serok biçin û êdî dawî li vê qeyrana ku niha li Herêma Kurdistanê heye bînin.
Rojnamevan: Nêrîna we li ser radestkirina çekên komên çekdar ên li Iraqê çi ye? Gelo dê bandoreke çawa li ser rewşa ewlehî û asayîşa welat û Herêma Kurdistanê bike?
Mesrûr Barzanî: Li her welatê ku qanûn lê serwer be, bêguman ew welat dê aram bibe. Divê her kes pabendî biryarên hikûmetê û biryarên yasayî be. Ji ber wê, her pêngavek ku di vî warî de were avêtin, ez bawer dikim dê di berjewendiya xelk û hikûmeta Iraqê de be.
Rojnamevan: Civîna PDK û YNK’ê dê kengî pêk were? Ma ti dema diyarkirî heye?
Mesrûr Barzanî: Heta niha min nebihîstiye ku ji bo civînê ti dema diyarkirî hatibe destnîşankirin.
Rojnamevan: Gelo we li ser cîbicîkirina sîstema ASYCUDA bi hikûmeta federal re lihevkirin pêk aniye? Ma ti çareseriyek heye ji bo rakirina astengiyên li pêşiya şandina berhemên navxweyî yên cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo parêzgehên naverast û başûrê Iraqê?
Mesrûr Barzanî: Rastî ew e ku berê hewildaneke cidî hebû ku aboriya Herêma Kurdistanê ber bi lawazbûnê ve bibin; hin kes di wê baweriyê de bûn. Lê me bi her awayî hewl daye ku em mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê, wekî qewareyeke federal biparêzin. Divê pêwendiya di navbera hikûmeta Herêmê û Bexdayê de li ser bingeha xalên destûrî û qanûnên berkar be.
Ji ber wê, me her hewldanek da ku mijara ASYCUDA’yê bigihîje encamekê. Berê jî bi hikûmeta berê re em gihîştibûn hinek encamên destpêkê û tenê îmzekirina rêkeftinê mabû; lê ji ber ku gotin em hikûmeteke karbirêker in û heta hilbijartin û hikûmeta nû neyê avakirin, em nikarin îmze bikin, em li benda wan man. Lewma duh dema şandeya me çû Bexdayê, li ser heman mijarê nêrînên me dubare kirin. Divê ew rêkeftina me ya destpêkê, bibe bingeha rêkeftina dawî ji bo ASYCUDA’yê û asayîkirina bazirganiyê li deriyên sînor ên Herêmê ligel welatên cîran, bi taybetî li deriyê Îbrahîm Xelîl. Hewldanên cidî hene, di destpêka hefteya bê de dê dîsa bi cidî were nirxandin û em hêvî dikim ku bigihîje encamekê.
Li vir ez dixwazim tiştekî bibêjim; gelek caran hinek kes dixwazin wêneyeke gelekî nexweş nîşanî xelkê bidin, wekî ku zexteke zêde heye û Herêma Kurdistanê ber bi krîzê ve diçe. Ez dixwazim bi rastî ji xelkê Kurdistanê re bibêjim ku bila hûn ne xemgîn bin; rewşa aborî ya Herêmê bi giştî ji ber bandora vî şerî wiha ye. Lê hewldanên cidî hene ji bo çareserkirinê. Em beşek in ji çareserkirina vê rewşê. Hêviyeke min a mezin heye ku em bi hikûmeta niha ya Bexdayê re bigihîjin rêkeftinekê, ji bo asayîkirina bazirganiyê li xalên sînor. Herêma Kurdistanê xwedî taybetmendiyên xwe ye; pêwendiyên bi welatên cîran re jî dikarin baştir bibin, lê tI tişt nabe cihgirê Herêma Kurdistanê.
Rojnamevan: Gelo em dikarin bibêjin ku mijara mûçeyan bi temamî hat çareserkirin?
Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin. Ev ew soz e ku me ji birêz Serokwezîr û aliyên din ên siyasî wergirtiye. Ew dibêjin ku mijara mûçeyan bi ti mijarên din re nayê têkelkirin. Heta heger di nêrînên îdarî de kêşeyên me hebin an jî li ser hinek pirsan em negihîjin rêkeftinekê, lê belê mijara mûçeyan nabe amûrê tiştekî din. Lê belê rastiyek heye ku divê em bizanibin: Iraq bi xwe di nava qeyraneke aborî de ye. Mijar ne tenê pirsgirêka Herêma Kurdistanê ye; ji bo çareserkirina wê qeyranê niha Herêma Kurdistanê bûye beşek ji çareseriyê da ku alîkariya Iraqê bike ku ji vê tengavî û qeyrana aborî rizgar bibe.
Li ser mijara mûçeyan bi Wezîrê Darayî re jî axaftinên pêwîst hatine kirin. Her çend nêrînên cuda hebin li ser wê yekê ku dahatên navxweyî bi çi şêweyî radestî hikûmeta federal werin kirin; li ser pênaseya "dahatên navxweyî" jî têgihiştineke hevpar nîne. Me li gorî mafên xwe yên destûrî, em pê pabend bûn ku ji sedî pênciyê dahatên federalî ji bo hikûmeta federal were veguhestin.
Berê di kabîneya borî de, 120 milyar dînar wekî erkekî li ser Hikûmeta Herêmê hat ferzkirin, lê belê bingehê vê yekê nebû; tenê li ser bingeha rêkeftineke devkî bû ku ew vê birê bişînin, da ku hikûmeta federal karibe mûçeyan bişîne. Her çend gelek caran dereng diket, lê tevî van hemû kêşe û giriftan, ez dixwazim xaleke din bînim bîra her kesî: Me di wê heyamê de karîbû mûçeyan kêm-zêde bi rêkûpêk bidin. Rast e carinan dereng diket, dibe ku salekê an du salan hikûmeta federal nekariybû çend mûçeyan ji bo me bişîne, lê belê di berawirdkirinê de em di rewşeke baş de bûn ku me karî em wê qeyranê birêve bibin. Ez hêvî dikim di qonaxên bê de ev yek bi şêweyeke birêkûpêktir were kirin, bi taybetî ku niha hikûmeta federal pabendbûna xwe dubare kiriye ku mûçe bi mijarên din re neyê têkelkirin.
Rojnamevan: Gelo di seredana we ya Bexdayê de ti rêkeftin hat kirin? Ma asoya çalakkirina Parlamena Kurdistanê zelal e?
Mesrûr Barzanî: Li ser pirsa yekem; gava em çûn Bexdayê, me li ser hemû wan mijarên ku di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Bexdayê de kêşe bûn, axivî. Beşek ji wan mûçe bû, mijara hinardekirina petrolê bû, çawaniya sûdgirtina ji enerjiyê bû, pêwendiyên navbera Bexda û Herêmê bûn, xalên sînorî bûn, Madeya 140 û navçeyên veqetandî bûn. Gelek ji wan tiştên ku heta niha jî ji bo xelkê Kurdistanê cihê pirsê ne, me li ser hemû wan xalan tekezî kir û me daxwaz kir ku divê mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê li ber çavan werin girtin û werin cîbicîkirin. Ew tiştê me dîtiye, li Bexdayê nêrîneke nû heye ber bi wê yekê ve ku têgihiştineke baştir ligel Hikûmeta Herêmê hebe. Em jî bi hemû şiyana xwe ve dê ji bo çareserkirina wan kêşe û giriftan bixebitin. Dibe ku hinek ji wan pêdivî bi demê hebe, lê bêguman niyeta baş dikare gelek deriyan li ber me veke.
Li ser çalakkirina parlamenê; di vê de ti minet tune ye, ev mafekî xelkê Kurdistanê ye. Bi rastî ez bi dengê xelkê Kurdistanê re me ku divê parlamen were çalakkirin. Parlamen ne milkê ti partiyeke siyasî ye; milkê dengê wan dengderan e. Divê nûner ligel dengderên xwe rastgo bin, vegerin û parlamenê çalak bikin. Înşela ev dê bibe pêngaveke baş ji bo qonaxên bê. Destên we xweş bin, gelek spas.