Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê mijara hinardekirina petrolê û geşepêdana bazirganiyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê re civiya; di hevdîtinê de giringiya berdewamiya hinardekirina petrola Herêm û Iraqê di ser bendera Ceyhanê re hat tekez kirin û her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo xurtkirina têkiliyên aborî nîşan dan.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Hezîrana 2026an, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di civînê de Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû, her du aliyan giringiya pêşxistina zêdetir a têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê tekez kirin, bi taybetî di warê alûgora bazirganiyê de. Di vê derbarê de, behsa seredana giring û serkeftî ya meha borî ya Serokwezîr a ji bo Tirkiyeyê û hevdîtinên wî yên bi Serokkomarê Tirkiyeyê û berpirsên din ên bilind ên wî welatî re hat kirin.
Her wiha gotûbêj derbarê geşedan, guhertin û pêşhatên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û pêwîstiya piştgirîkirina hikûmeta nû ya federal ji bo çareserkirina kêşeyan û rûbirûbûna pirsgirêkên curbecur de hatin kirin.
Di beşeke din a guftûgoyan de, behsa giringiya geşepêdana sektora enerjiyê li Iraqê û berdewamiya hinardekirina petrola Iraq û Herêma Kurdistanê di ser bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re, karkirina ji bo pêşxistina berhemanîna petrolê, zêdekirina dahata giştî û baştirkirina rewşa darayî ya Iraqê hat kirin.