Ozgur Ozel û 90 parlamenter ji CHPê cuda bûn û partiyeke nû damezirand
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku bi biryara dadgehê ji posta Serokatiya Giştî ya CHPê hat dûrxistin, Ozgur Ozel ligel zêdetir ji 90 parlamenterên wê partiyê bi rengekê fermî dest ji kar berda û daxwaznameya damezirandina partiyeka nû pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kir.
Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, ku berê ji ber nemana rewatiyê bi biryara dadgehê ji posta xwe hatibû dûrxistin, ligel zêdetir ji 90 parlamenterên wê partiyê bi rengekê fermî destberdana xwe ragihand. Piştî vê pêngavê, yekser daxwaza fermî bo damezirandina "Partiya Nû" pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kir.
Ev biryara Ozel piştî hejmareka civînên germ ligel 74 serokên şaxên wê partiyê (ku 52 ji wan ji karên wan hatibûn dûrxistin), endamên encûmena partiyê, endamên mekteba siyasî û desteya nivîsîngeha berbijarê Serokkomariyê hat.
Duhî (Pêncşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) di civîneke girtî ya Ozgur Ozel ligel parlamenteran de, zêdetir ji 90 parlamenteran lîsteya damezirînerên partiya nû îmze kir û piştevaniya xwe bo wê tevgera nû diyar kir.
Biryar e ku îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) saet 14:00, Encûmena Damezirîner a "Partiya Nû" bi serokatiya Ozgur Ozel li "Yaneya Anadoluyê" civîna xwe ya yekê li dar bixe. Di civînê de Serokê Giştî û organên bilind ên partiyê dê bên diyarkirin û piştre jî ew dê desteya serokatiya fraksiyona xwe ya li parlamentoyê hilbijêrin.
Di rewşa niha de û piştî veqetîna Ozgur Ozel, hevsengiya li Parlamentoya Tirkiyeyê bi temamî guherî; "Partiya Nû" bi 91 kursiyan bû partiya duyê a mezin di parlamentoyê de, û CHP jî bi 44 kursiyan daket asta partiya pêncê.