Hêla asmanî ya Qeterê geştên xwe bo Kuweyt, Behreyn û Hewlêrê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ragihandina asayîbûna geştan ji aliyê Birêvebiriya Balafirxaneya Hewlêrê ve, Hêla Asmanî ya Qeterê (Qatar Airways) biryar da ku ji ber sedemên ewlehiyê hemî geştên xwe bo balafirxaneyên Hewlêr, Behreyn û Kuweytê heta dawiya vê mehê rawestîne.

Hêla Asmanî ya Qeterê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku geştên wan ber bi balafirxaneyên Kuweyt, Behreyn û Hewlêrê ve heta 31ê vê mehê (Tîrmehê) hatine rawestandin. Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bo agahiyên nû û guhertinên dawiyê, geştyar dikarin serdana malpera fermî ya kompaniyê bikin.

Ji aliyekê din ve, Birêvebirê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re ragihandibû ku êrîşên dronî yên serê vê sibehê tu bandor li ser liv û tevgera balafirxaneyê nekiriye û geştên wan asayî ne û nehatine rawestandin.