Ehmed Hoşyar: Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê asayî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê tekez kir ku geştên balafirxaneyê bi awayekî asayî berdewam in û tu sekinandin an paşxistin tê de çê nebûne, tevî wan êrîşên dronî yên ku serê vê sibehê hatibûn kirin.
Birêvebirê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand: “Êrîşên bi dronan ên serê sibeha îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) ti bandor li ser geştên balafirxaneyê nebûye û geşt asayî ne û nehatine rawestandin.”
Ev daxuyaniya fermî di demekê de ye ku sîstema berevaniya asmanî ya Hêzên Hevpeymaniyaa Navneteweyî serê sibeha îro li asmanê Hewlêrê hat çalakkirin û rûbirûyî êrîşeke nû ya dronî bû û 6 dronên bombekirî berî ku bigihîjin armancên xwe li asman pûç kirin û êxistin.
Li gorî zanyariyan, ji encama têkbirina van 6 dronên bombekirî, tu zirarên canî an madî negehiştine deverê û rewşa ewlehiyê ya bajêr û derdora balafirxaneyê bi temamî aram e.