Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê kir. Di hevdîtinê de guherînên herî dawî yên navçeyê û pêwendiyên navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê hatin gotûbêjkirin. Balyozê Tirkiyeyê spasiya welatê xwe ji bo siyaseta "hekîmane" ya Herêma Kurdistanê ya li hemberî girjiyan nîşan da.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê, 4ê Hezîrana 2026an, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Ênan kir.
Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî tê de amade bû, derbarê guherînên herî dawî, şer û girjiyên di asta navçeyê de nêrîn hatin parvekirin. Balyozê Tirkiyeyê, ji bo sebir û siyaseta hekîmane ya Herêma Kurdistanê spasiya welatê xwe nîşan da; ku tevî hewildanên ji bo kişandina Herêmê nav şer û tevî hebûna destdirêjî û bombebaranên berdewam ên ser Herêmê, lê belê Herêma Kurdistanê bi her awayî hewl daye ku nebe beşek ji wî şer û wan girjiyên ku li navçeyê diqewimin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa rewşa piştî avakirina hikûmeta Iraqê û pêwendiyên navbera Herêm û Bexdayê, herwiha pêwendiyên navbera PDK û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin. Her du aliyan hêvî xwestin ku hewildan ber bi çareserkirina kêşeyan, hevahengiya tam a di warên cuda de û ji nehîştina giriftan bin.
Herwiha ronahî hate xistin ser pêwendiyên navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê; derbarê encamên seredana herî dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê guftûgo hatin kirin û tekezî li ser geşepêdana pêwendî û dostaniya navbera her du aliyan hat kirin.
Di dawiya hevdîtinê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêngavên ji bo çalakkirina proseya siyasî, mijareke din a guftûgoyan bû.