Hefteya bê çarenivîsa postên wezarî yên kabîneya Zeydî tê yekalîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) — Perlementareke Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê eşkere kir ku Çarçoveya Hevahengiyê serperiştîkirina liv û tevgereke berfireh a siyasî dike, daku rûniştineke awarte ya Perlemena Îraqê bê lidarxistin, bi merema dana baweriyê bi wan wezîrên ku heta niha postên xwe di kabîneya Zeydî de wernegirtine.
Perlementara Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Ibtîsam Hîlalî îro (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Îraqiyeyê ragihand ku aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de tekez dikin û rijd in rûniştineke awarte ya perlemenê bê lidarxistin, daku bawerî bi wan wezîran bê dan ên ku heta niha postên wan di kabîneya Elî Zeydî de wernegirtine.
Ibtîsam Hîlalî herwesa bal kişand ser hûrguliyên civîna dawiyê jî û got: "Di civîna herî dawiyê ya Çarçoveya Hevahengiyê de, ku bi amadebûna Serokwezîr Elî Zeydî birêve çû, amadebûyîyan bi yekdengî tekez li ser pêdivîtiya temamkirina pêvajoya dengdanê li ser wezaretên vala di dema bê de kir."
Perlementara navborî herwesa da zanîn ku niha bang û bizavên siyasî hatine zêdekirin, daku di hefteya bê de Perlemena Îraqê rûniştineke awarte li dar bixe, ev jî bi merema wê yekê ku bi yekcarî bawerî bi tevahiya kabîneya Zeydî bê dan û ew pêvajo bi dawî bibe.
Çarçoveya Hevahengiyê, ku piraniya aliyên siyasî yên Şîeyan di bin sîwana wê de ne, niha wekî mezintirîn fraksiyona nav Parlemena Iraqê û piştgira sereke ya Hikûmeta Zeydî tê hesibandin.
Bizavên wê ji bo lidarxistina rûniştineke awarte nîşana wê yekê ne ku lihevkirinên li pişt perdeyê di navbera aliyên Şîe, Kurd û Sune de gihîştine qonaxa dawiyê, daku aramiya siyasî ya hikûmetê biparêzin.