Bakirhan: Bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, divê "yasaya çarçoveyê" derbikeve

Tuncer Bakirhan
Tuncer Bakirhan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê, divê bêyî derengketin "yasaya çarçoveyê" bê derxistin û tekez kir ku "xala destpêkê bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk divê derxistina vê yasayê be".

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) di civîna fraksiyona partiya xwe ya li Parlamena Tirkiyeyê de ragihand ku ew li ser "rêya aştî û civaka demokratîk" berdewam in, lê ji bo berdewamiya vê rêyê pêdivîtiya wan bi pêngavên yasayî heye.

Bakirhan herwesa got: "Yasaya çarçoveyê ne dawî ye, belku destpêkeke bingehîn e. Ji bo derbazbûna ji vî dergehî, divê ev yasa derbikeve û bê bicihanîn. Di heman demê de, divê nexserêyeke hevpar ku hemî alî û raya giştî li ser wê lihevhatî bin bê amadekirin, daku pêvajoya demokratîkbûn û hevgirtina demokratîk dest pê bike."

Navborî aşkere jî kir ku şanda DEM Partiyê duhî (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) li Îmraliyê ligel Ocalan hevdîtin kir û got: "Ew nêzîkatiya hevpar a ku bo berdewamiya pêvajoyê çê bûye karekî erênî ye, lê divê yasaya çarçoveyê giştgir be û bi hişmendiyeke yekalî û ferzkirî neyê amadekirin."

Hevserokê DEM Partiyê tekez li ser çêtirkirina şert û mercên karkirin û peywendiyên Ocalan kir û ragihand: "Yasaya Ocalan yasaya aştiyê ye. Ji ber wê yekê divê êdî statuya Ocalan bê rêkxistin."

Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser aliyê aborî û civakî jî û diyar kir ku bi çareserkirina pirsa kurd, Tirkiye di warê aborî, siyasî û civakî de dê derbazî qonaxeke nû û geş bibe.