Li Xaneqînê erdhejek çê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serê vê sibehê erdhejekê, bi 4.5 pileyan li gorî pîvera Richterê, devera rojhilatê qezaya Xaneqînê hejand û li çend deverên din jî yên wê Herêma Kurdistanê hest bi wê erdhejê hat kirin.
Wezareta Veguhastinê ya Îraqê, Desteya Keşnasî û Erdhejnasiyê di daxuyaniyekê de bi rengekê fermî ragihand ku saet 06:43 ê vê sibehê (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) erdhejek li rojhilatê qezaya Xaneqînê ya girêdayî parêzgeha Diyalayê ve rû daye.
Di daxuyaniya fermî ya Desteya Erdhejnasiyê de hatiye diyarkirin: "Ew erdhej bi 4.5 pileyan li gorî pîvera Richterê bûye û navenda wê di kûrahiya 10 kîlometreyan de di bin erdê de hatibû qeydkirin."
Herwesa di raporta teknîkî ya tîmên çavdêriyê de hat aşkerekirin ku navenda wê erdhejê nêzîkî 90 kîlometreyan ji rojhilatê qezaya Xaneqînê dûr bûye. Ji ber nêzîkahiya wê, welatiyên deverê û gundên derdora Xaneqînê hest bi erdhejê kiriye. Heta niha tu zanyarên fermî ji aliyê saziyên tenduristiyê an berevaniya şaristanî ve li ser hebûna zirarên canî an madî yên giran nehatine belav kirin.
Li gorî zanyarên herêmî û şahidan, bandora vê erdhejê tenê li ser sînorê parêzgeha Diyalayê nemaye; belkî li çend deverên din ên Herêma Kurdistanê jî û bi taybetî ji aliyê şêniyên parêzgeha Helebceyê û gundên girêdayî wê ve jî hest bi lerza erdhejê hatiye kirin, ku ev yek bûye sedema hinek tirs û dilgiraniyê li cem welatiyan.