Kerkûk: Di operasyoneke asmanî de 6 cihên DAIŞê hatin wêrankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Îraqê ragihand ku operasyoneke asmanî ya berfireh li dijî paşmayiyên çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê kiriye û zirarên mezin gihandine wan.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê serê vê sibehê (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku li ser bingeha zanyarên hewalgiriyê yên berfireh ên Dezgeha Hevalgriya Niştimanî û Dezgeha Dijeterorê, û bi serpereştî û plandanana Odeya Operasyonên Hevpar, hêzeke taybet bi rêya asmanî operasyoneke wekî birûskan li dijî terorîstan li dar xistiye.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin: "Di encama vê operasyonê de, 6 cihên çekdarên DAIŞê li Newala Zexîtûnê li sînorê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê hatin destnîşankirin. Paşê ji aliyê balafirvanên artêşê ve bi gurzên asmanî yên hûr û bibandor ew cih bi temamî hatin wêrankirin."
Li gorî zanyarên Şaneya Ewlehiyê, piştî gurzên asmanî, hêzên taybet dest bi pişkinandina wê deverê kiriye û paşmayiyên wan cihan bi yekcarî teqandine. Ev operasyon ji bo paqijkirina tevahiya deverê ji bermahiyên terorê hîn jî berdewam e.
Di dawiya wê daxuyaniyê de hat tekezkirin ku hêzên ewlehiyê wekî mertaleke bihêz ji bo parastina axa Îraqê û ewlehiya welat dimînin û dê li her derê li pey terorîstan bin. Fermandariya Operasyonên Hevpar soz jî daye ku di demeke nêzîk de zêdetir hûrgiliyan li ser encamên vê operasyonê ji bo raya giştî belav bike.